21 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Ji girtiyên Apoyî banga bilindkirina berxwedana Rojava

Girtiyên Apoyî êrişên li hemberî Rêveberiya Xweser bi tundî şermezar kirin û anîn ziman ku li dijî hemû cureyên êrişan tekane rê berxwedan e û banga tevlêbûna seferberiyê kirin.

Di daxuyaniya li ser navê Girtiyên Apo yên li zindanên Tirkiye û Kurdistanê hate dayîn de  bang berxwedanê hate kirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi rojane li Heleb, Dêr Hafir û Tişrînê êriş li ser gelan tê meşandin. Di dema êrişên komkujiyê yên li hemberî gelê me de netew dewletên kapitalîst xwe ker û lal dikin. Heman hêzên riya xwînmêjên HTŞ, DAIŞ û Tirkiyeyê ku zarok û jinan di bin navê ‘terorîstiyê’ de qetil dikin, vedikin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanca esasî ya êrişan Şoreja Rojava û hişmendiya neteweya demokratîk a li Rojava hatiye avakirin e. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Êrişan xwînmêjin bi navê HTŞ û DAIŞê dikin lê li pişt wan Tirkiye û Qatar hene. Lê em van rûyên êrişkar ên bi maske baş nas dikin.”

Di daxuyaniyê de berxwedana gelê kurd a 50 salên dawiyê hate bibîrxistin û wiha hate gotin: “Em ji kevneşoya berxwedanê tên. Em bang li çeteyên xwîn mêj û xwediyên wan dikin: Ku ev pêvajo sabote bibe dê helwesta me di astek gelek jor de pêş bikeve. Çewa rihê fedayî yê Kobanê azadî bi xwe re anî, berxwedana me jî dê serkeftinê bi xwe re bîne. Em dê heta dawiyê mafê xwe yê demokratîk ê berxwedanê bi kar bînin.”

Girtiyên Apoyî di daxuyaniyê de bang li gelê kurd kir ku rabe ser piyan û xwedî li destkeftiyên rojavayê Kurdistanê derkeve. Girtiyan xwest ku herkes tev li seferberiyê bibe û têkoşînê mezin bike.