12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Sedat Adsiz ê 30 salin girtî ye dixwazin poşman bibe

Rayedarên Girtîgeha Tîpa F a Boluyê ji Sedat Atsiz ê 30 sal in girtiye dixwazin ku ji doza xwe poşmambibe û du car in 3 meh, 3 meh girtina wî dirêj dikin. Malbatê serî li ÎHD’ê da.

Girtiyê siyasî Sedat Atsiz ê 54 salî ku li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê girtî ye, li ruxmê ku cezayê wî 1’ê Adarê de qediya jî ew serbest bernedan. Rêveberiya Girtîgeha Tîpa F a Boluyê ji Sedat Adsiz xwest ku “poşmanîtî” qebûl bike. Lê ji berku Sedat Adsiz poşmantî qebûl nekir di 1’ê Adarê de berdana wî 3 mehan taloq kirin. Piştî vê di 5’ê Hezîranê de careke din 3 mehan berdana wî taloq kirin. Malbata Atsiz, di 5’ê Hezîranê de li girtîgehê geriya û rêveberiya girtîgehê ragihand ku careke din berdana wî hatiye taloqkirin. Sedema berdanê nehat ragihandin. Malbata Atsiz jî ji ber vê neheqiyê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê da.

Hevjîna Atsiz Aygul Atsiz, ji Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Rûkiye Adiguzel re axivî got: “Hevjînê min nexweş e. Lekeyeke li ser pişika wî heye. Prostat û nexweşîna gurçikan pê re heye. Jixwe bêyî sûcekî wî hebe 30 sal in dig irtîgehê de ye. Çima 3 meh an jî 6 mehan berdana wan taloq dikin? Em nizanin. Divê bên berdan. Em pir ketine tatêla wî.”

Atsizê da zanîn ku kolostrofobî bi hevjînê wê re heye û ji ber vê nikare di cihên gritî de rêwîtiyê bike û got: “Bijîşkê girtîgehê ya hebekê an jî dermanekî didin dide. Wekî dint iştekî nake. Hevjînê min diêşe.”

Atsizê da zanîn ku herî dawî di 1’ê Adarê de hevjînê xwe dîtiye û got: “Ji hevjînê min re dibêjin ‘bêje ez poşman im.’ Çima bêje ‘ez poşman im?’ NE rast e ku tiştekî wiha li wan ferz bikin. Ez vî tiştî şermezar dikim. Her ku ew li hundir perîşan dibin em jî li der ve perîşan dibin. Kesê ku cezayê xwe temam kiribû divê bê berdan, dîl neyêg irtin. Ez vî tiştî şermezar dikim. Êdî bes e. Çima vê heqaretê û zilmê dikin? Qey ji ber ku em kurd in wiha dikin?”

 ÇAVKANÎ: MA/ Rûkiye Adiguzel