11 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Geliyê Zîlan heta Seyfo û Suweydayê

Rojhilata Navîn a ku nexşereya wê tê xêz kirin, divê ku rêvebertiya wê gel bike û projeyên wê demokratîk û hevgirtî be, ne li ser bingeha nijadperestî û netewperestiyê were dîzaynkirin. Netewperestî serdemeke din a reş wê bîne, çareserî demokrasî ye.

Sûriyeya pir mezhebî û neteweyî bi êrîşên mezhebî yên qirkirinê re rû bi rû ye. Sûriye di Rojhilata Navîn de di nava xwe de dikele lê kelandineke çawa ye? Netew li hember hev tên sorkirin, gurkirin û rojeke Sûriyeyê bêxwîn, bêkuştin û bêkomkujî derbas nebe. Li Sûriyeyê rojane bi dehan mirov tên kuştin. Kuştinên bi guman zêde bûne, kuştinên li ser nasnameyê di asteke jor de dewam dikin. Tu biçî ku li ser rêyan, li kêleka çem û deveran cenazeyên jin, mêr û zarokan hene. Hin malbat ji kokê ve hatine tunekirin. Ev ne rewşeke normal e, divê ku normalîze jî nebe. Gelên Sûriyeyê xetereyên pir cidî dijîn. Hikûmeta HTŞê ya cîhadîst dixwaze komareke îslamîst a radîkal li Sûriyeyê ava bike. Ji bo vê pêk bînin îro wekî guran êrîşî gel û netewan dikin, kê dibînin dikujin. Lê taybet kîjan mezheb û netew di lîsteya wan de ye, divê em bal bikşînin ser. Elbet di hedefa wan de kurd, elewî, durzî, xirîstiyan û kêmnetewên li vir dijîn hene. Bi hêza çekê û xwînê dixwazin îslama radîkal ferz bikin, lê çareserî diyalog û lihevkirin e. Bêyî wê dê şer û krîza li Sûriyeyê ya di bingeh de ji adara 2011an destpêkirî wê bi dawî nebe. Şoreşa li Sûriyeyê destpê kir, beravêtî kirin. Lê kê ev kir? Teroristên ku di lîsteyên navdewletî yên terorê de bûn, îro bi hêza hin dewletên hegemon bûn xwedî kravat û taximê dîplomatan û derketin ser meydana siyasetê. Terorîstekî di lîsteya terorê de çawa dibe serokê welatekî? Çawa qedera gelan dikeve destê wî û bi çarenûsa gelan û nefesa wan dilîze? Çi çawa û gelek çima hene lê ne li benda bersivan e li benda lêpirsîn û vekirina dosyeyên tozgirtî û yên nû ne ku hesab were dayin.

Artêşa Sûriyeyê ya kê ye?

Wezareta Parastina Sûriyeyê ji artêşa Sûriyeyê pêk tê gelo? Duh yên ku li berava Sûriyeyê elewî serjêkirin, bi hezaran jinên elewî revandin û avêtin girtîgehan, îro gelê durzî li Siwêdayê di komkujiyên pir dijwar re derbas dikin. Di heman kêliyê de gefa qirkirinê li gelê kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwin ku wê çarenûsa kurdan wekî ya elewî û durziyan be. Lê di vir de şaştiyan dikin, ji ber kurdan tu caran çeka xwe dananîne û ne jî xwe radest kirine. Çi êrîşek çêbibe wê rastî berxwedaneke bêhempa were, bila di vir de jî Kobanê were bîra wan.

Mezhebên li Sûriyeyê bi komkujî û qirkirinê re rû bi rû dimînin. Serdemeke xeternak e, li ser xwîna zarokan û jin û mêran nexşereyên welatên xwe xêz dikin. Ji bo ku destwerdana welatekî bikin, bi hezaran kesan, xewn û mirovan didin ber agirê çekên xwe. Ji bo projeyên xwe yên enerjiyê û aboriyê pêk bînin, gel dikin qurban.

Em çend sal paşde vegerin, em ê bibînin ku kurd ji sedsalekê zêdetir ev êş û komkujî jiyane.

Mazopotamya, Tirkiye û Sûriye şahid in

Kuştina jinên durzî, revandin û şewitandina wan a bi saxî, tesfiyekirina wan, heman komkujiyên ku li bakurê Kurdistanê jin û gelê kurd jiyane tîne bîra me. Ne tenê ev komkujiyên ku osmaniyan derheqê gelê ermen, suryan û aşûriyan de (Seyfo-Nînewa), komkujiya Helebçe û Roboskî heta komkujiya Mereşê. Heman wextê fermana bi serê gel û jinên êzîdî de hatin li Şengalê û îro êrîşên li ser Rojava heta komkujiya Kobanê û komkujiya li ser jinên elewî li Berava Sûriyeyê jenosîda li ser jin û gelan didome. Êrîşkar bi yek hişmendiyê êrîş dikin, dixwazin serdemeke din a îslama radîkal bidin jiyîn. Kêmnetew werin qelandin û tenê ereb di vê cîhanê de bimînin û hûkim bikin. Ji ber di pirrengî û pirçandiniyê de xeterî dibînin, hezkirina mirovan a ji hev re li ser desthilata xwe wekî xetereyekê dibînin. Ji lewra her ji vê yekê hez dikin ku gel bi hev bidin kuştin û xwîna hevdû birjînin wekî ku yê tê kuştin mirîşkek be lê ne miroveke/î xwedî kok, çand, ol û bawerî ye.

Krîz dê çawa bidawî bibe?

Hîn krîza Sûriyeyê bi dawî nebûye û nabe. Wê kengî bi dawî bibe û çawa em dikarin vê pêşbînî bikin? Kengî hikûmeta veguhêz ya cîhadîst dest ji hişmendiya radîkal a îslamî berde, kengî çeteyên biyanî yên îgor, pakistanî û afganî û gelek çeteyên ji nav welatên cuda hatine û çeteyên DAIŞê û El-Kaîdeyê ku di nav HTŞê de cihê xwe digrin û xelqê Sûriyeyê dikûjin, derxistin û Sûriyeyê ji aliyê gel û neteweyên wê ve bi awayekî wekhev hat parastin wê çaxê wê dem guncav be ku guhertin çêbibe. Ne pêkan e ku serdemeke din jî Sûriye bi yek al, yek ziman û netew di desthilatdariyê de dewam bike. Rastiyeke ku xwe ferz dike heye, kurd, durzî, elewî û ereb hene, sunî û şîa, kurd Sûriyeke navendî napejirînin. Ya ku Sûriye bibe aramî û ewlehiyê û nirxê gel û netewan biparêze, wekheviya jin û mêr misoger bike kurd in û projeya wan a demokrasiyê ye. Kurdên Rojava xwediyê xeta sêyemîn ji destpêka ku Şoreşa Sûriyeyê destpê kir rêya xwe diyar kirin û tê de meşiyan. Kurdan li şûna gelê din tune bihesibînin û wan serjê bikin, ew hembêz kirin û kirin hevkarê projeya xwe ya demokratîk ya ku nenavendîbûnê dipejirîne. Kurdan gel bi hev da hezkirin ne sorkirin. Mezheb di bin îslama demokratîk de, ne di ya radîkal de anîn cem hev û hevgirtineke wan çêkirin. Mafê jinan parast nehişt ku bêewlehiyê hîs bikin, hêzeke wan a fedayî çêkir ku dikare li beramberî cîhana ku jinan qir dike şer bike û nirxê jinan biparêze. Nehiştin ku suryan û ereb şer bikin, rê neda şerê navxweyî ji lewra her roj pêwîstiya Sûriyeyê niha bi çi heye zelal dibe. Sûriyeya niha, ancax bi modela Rojava dikare xwe li ser piyan bigire. Sûriyeke nenavnedî wê rê li ber Rojhilata Navîn a nenavendî veke. Ev çêbibe wê bibe dermanê gelek birînên ku hîn xwîn jê tê. Sûriyeke nenavendî daxwaza gelê kurd, durzî, elewî û xirîstiyanên li hundir welat ê bi êrîşên qirkirinê re rû bi rû tên e.

Malbat bi saxî şewitandin

HTŞê bi doronan (Şahîn) xelkê Sûweydayê ji ezman ve dikuje, li ser erdê jî artêşeke ji guran bi kêr, şûr û çekên giran wan qir dike. Dîmenên pir bi êş ku mejî ranake ji Sûwêdayê derdikevin lê tevî vê yekê jî wîjdanê mirovahiyê nahejîne. Sûweyda li benda xilaskirinê ye, Sûweyda xwîn diavêje. Zarokên mûzîkjen dikujin û kemana wan didizin, mêran bi kêran serjêdikin, karmendên tendrustiyê di hundirê nexweşxaneyan de tesfiye dikin, bijîşkan neçarî xwe avêtina ji avahiyên 20 qatî dikin. Malbatan bi saxî dişewitînin, di cihên olî de oldaran dikujin û xwîna wan li ser pirtûkên pîroz yê Xweda dikeve, sembolên olî û nirxên durziyan bin pê dikin, dişewitînin diqetînin û davêjin ber lingan. Doza durziyan ji doza gelê kurd, gelê elewî û neteweyên din ne qut e.

Parçekirina Sûriyê û dabeşkirina wê ne çare ye, çareserî ew e ku Sûriyê welatekî hevgirtî be û pergala wê nenavendî be.

HSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; Ew hêzên ewlehiya neteweyî ne ku kurd, ereb, xiristiyan, durzî, elewî, sunnî, şiî, çerkez û ya herî girîng jî, sûrî tê de xizmet dikin. Ev hêz li tu mirovê/î naxin, êrîşî kesê nakin, nakujin, destdirêjiyê nakin û şermezar nakin, her çend ew xelet bin jî. Di van hêzan de, misilman ji bo bidawîkirina ayînê dêran diparêzin û xiristiyan jî ji bo bidawîkirina nimêjan mizgeftan diparêzin. Ne pêkan e ku boneyek an jî bûyerek olî, çandî, civakî yan îdeolojîk bêyî ku her kes wê biparêze û hev biparêze û pîroz bike derbas bibe. Ev tenê hêzên sûrî ne ku rêzê li hemû bawerî û sembolan digirin, wan wekî tiştê herî pîroz ê welêt dibînin. Hemû endam û şervan amadene ku ji bo nirxên jiyanê, netew û mezhebên sûrî şehîd bibin.

Ev hêza ku Rojava diparêze, hêzeke fedayî ye ku dikare giştî Sûriyeyê jî biparêze û xwe bike mertal jê re. Ev hêz e ku wê Sûriyeyê biparêze, ne HTŞya cîhadîst a radîkal. Ji bo cîhaneke bi ewletir ji bo gel û netewan divê ku hêzên HSDê were pejirandin, herwiha ji bo cîhaneke birûmettir ku jin tê de neyê kuştin divê ku çavên her kesî li YPJê be û xwe di nav artêşeke jinan de bibînin û hêza xwe xurt bikin.

Divê çi gav were avêtin?

Ji bo ku komkujiyên çêbûne werin dîtin, belgekirin û dosyeyên wan werin amadekirin, ku kujer radestî edaletê werin kirin û lêpirsîneke navdewletî vebe, pêwîstî bi komîteyên belgekirina rastiyan heye ku bikevin Berava Sûriyeyê û Sûwêdayê. Gelek komkujî bi goristanên komî li benda vekirinê ne ku kuştî werin naskirin. Bi hezaran kes hatine kuştin, ji bo xwîna wan vala neçe pêwîst e ku komîteyên navdewletî werin avakirin û hemû rastiyan belge bikin û radestî dadgehên navdewletî bikin. Bêyî ku alîgiriya hikûmeta Şera bikin û rastiyan veşêrin. Da ku netewek, mezhebek din bi komkujiyan re rû bi rû nemîne divê ku Hikûmeta Veguhêz ya HTŞê were lêpirsîn, ji desthilatê were rakirin û li şûna wê endezyarên aştiyê û pergalên demokrasiyê werin danîn. Sûriye bi komkujiyên li ser mezhebên din ji Afganistanê jî derbas dike, êdî ku em bêjin Sûriye Afganistana duyemîn e wê şaş be, bûyerên li Sûriyê diqewimin Afganistanê derbas dikin. Sûriyeya îro dişibe Tirkiyeya kevin ku gel bi hev didin kuştin, axa wan dagir dikin û demografiya wê diguherînin.

Têkoşîna gel didome

Ji komkujiyên gelê kurd ji Dêrsimê heta Geliyê Zîlan, ji komkujiya ermen û aşûriyan ji Seyfo heta Nînewayê, ji fermana êzidiyên Şengalê heta rojavayê Kurdistanê, ji komkujiyên bixwînî yên Berava Sûriyeyê heta Sûwêda ya îro berxwedana gelên ku bi qirkirinê re rû bi rû dimînin, didome. Gelê ku dixwestin wan qir bikin, qir nebûn, hîn hene û têkoşîna xwe didomînin. Lê belê kurd xwediyê projeyên çareseriyê ne ku hemû welatên şer lê gur dibe dikarin jê sûd werbigirin.

Rojhilata Navîn a ku nexşereya wê tê xêzkirin, divê ku rêvebertiya wê gel bike û projeyên wê demokratîk û hevgirtî bin, ne li ser bingeha nijadperestî û netewperestiyê were dîzaynkirin. Netewperestî serdemeke din a reş wê bîne, çareserî demokrasî ye.