Li Fransayê, saziyên kurd û demokratîk li dijî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê banga berxwedana bêdem kirin. Federasyona Komun a Demokratîk a Başûrê Fransayê, Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan, Meclîsa Gel a Marsilyayê û Meclîsa Ciwanan ku li ser banga lezgîn a KCDK-Eyê li Marsîlyayê li hev civiyan, ji raya giştî re ragihandin ku dest bi çalakiya bêdem kirine.
Di daxuyaniya hevpar de hate diyarkirin ku li Rojava îraeya jiyana hevpar a gelan, têkoşîna azadiya jinan û destkeftiyên demokratîk têne hedefgirtin û hate destnîşankirin ku êrîşên heyî ne tenê li dijî gelê kurd li dijî mirovahî û nirxên demokratîk e. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bêdengî hevkariya sûc e.
Saziyan ji Marsîlyayê bang li hemû gel, raya giştî ya demokratîk, jin, ciwan û her kesên xwedî wijdan kirin ku piştevaniya bi Rojava re mezin bikin. Hate destnîşankirin ku Rojava ne bi tenê ye û hate xwestin ku li kolan û qadan bibin dengê Rojava.
Ciwanên kurd jî li Strasbourgê li dijî polîtîkayên şer û êrîşên li ser Rojava daxuyaniya çapemeniyê dan. Ciwanan li rawestgeha trenê tevî dirûşmeyan danezanê xwendin û çalakiya xwe bi dawî kirin.
Bi çalakiyên li Ewropayê re, xurtkirna piştevaniya navneteweyî ya li dijî êrîşên li ser Rojava tê armanckirin.
Kurdistanî û dostên wan li herêma Normandiyayê li hev civiyan û êrîşên dagirkeriyê protesto kirin. Di axaftinên çalakiyê de hate destnîşankirin ku Şoreşa Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû mirovahiyê şoreşa rûmetê ye û hate diyarkirin ku xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li rûmetê ye.
Di çalakiyên li seranserê Ewropayê de peyama mezinkirin û domandina piştevaniya bi Rojava re derket pêş.
