10 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji doza HDKê 6 sal ceza dan Pinar Aydinlar

Di çerçoveya lêpirsîna HDKê de 6 sal û 3 meh ceza li hunermend Pinar Aydinlar birîn.

Di doza hunermend Pinar Aydinlar de rûniştina biryardanê hat lidarxistin, ku di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de bi îdîaya ‘endametiya rêxistinê’ û ‘propagandaya rêxistinê’ dihate darizandin.

Di rûniştinê de ya li Dadgeha Cezayê Giran a 13emîn a Edliyeya Stenbolê, Pinar Aydinlar û parêzerê wê amade bûn. Nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl jî rûniştin şopandin.

Pinar Aydinlar parastina xwe kir û got: “Di çarçoveya operasyona HDKê de hêzên ewlekariyê li mala ku bi zarokên xwe lê dimam ez li erdê dirêj kirin û çek dan serê min. Zor li keça min hat kirin ku li pêş kamerayan xwe tazî bike. Pêvajoyeke bi vî rengî bi serê min ve hat. Endametiya HDKê sûc nîn e, rêxistineke qanûnî ye. Ez endameke HDKê nîn im; eger endam bûma min ê red nekiribûya.

Ez hunermendeke sosyalîst im. Weke hunermendeke sosyalîst ez bi bindestan, karkeran re me. Herwiha weke hunermendeke ku li Ewropayê gelek konserê dide serê her mehê îmze diavêjim, piştî bi rojekê diçim derveyî welat. Nêta min a revê hebûya ez ê ji derveyî welat nehatibûma.”

Pinar Aydinlar xwest, biryara tedbîra kontrola edlî ya li hemberî wê bê rakirin û biryara beraatê bê dayin.

Dadgehê bi îdîaya ‘endametiya rêxistinê’ 6 sal û 3 meh ceza li Pinar Aydinlar birî.