Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê di çarçoveya pêngava “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê Cotmehê de li cîhanê dest pê kir de konferansa bi sernavê “Li cîhanê û Tirkiyeyê girtiyên siyasî” pêk hat. Konferans li Zanîngeha Cenevreyê pêk hat. Pisporan bal kişandin ser bêhiqûqî û berxwedana li Girtîgeha Îmraliyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in di bin tecrîdeke giran de dimeşîne û pergala Îmraliyê.
Di konferansê de ji parêzerên Buroya Asrînê Raziye Ozturk, ji parêzerên Baroya Cenevreyê Olivier Peter û ji parêzerên Abdullah Ocalan Mahmut Şakar panela bi sernavê “Abdullah Ocalan û pergala Îmraliyê”, “Dîroka esaret û paradîgmaya Ocalan” û “Pergala Îmraliyê û tecrîd” niqaş kirin.
Şakar: Pergala Îmraliyê berhema hêzên navnedeweyî ye
Di panela bi moderatoriya parêzer Roxane Şeybanî de ji parêzerên Abdullah Ocalan Mahmut Şakar ewilî axivî. Şakar di axaftina xwe de bal kişand ser avakirina girtîgeha Îmraliyê, esareta Abdullah Ocalan, çawaniya pêşkeftina Komploya Navneteweyî û rola hêzên navneteweyî ya di komployê de.
Şakar, anî ziman ku pergala girtîgehê ya Îmraliyê di dema ku Komploya Navdewletî didome de pêk hat û got, “Sîstema Îmraliyê dema ku Abdullah Ocalan hê li Kenyayê bû, hat avakirin. Di vê wateyê de Abdullah Ocalan girtiyê hêzên navneteweyî û komplogeran e, ne ya Tirkiyeyê. Wî jî bi xwe ev yek anî ziman.”
Di berdewamiya xwe de Şakar destnîşan kir ku di avakirina pergala Îmraliyê de rasterast rola Ewropa û Konseya Ewropayê hebû û wiha domand: “Beriya ku em muwekîlê xwe bibînin, rayedarên Ewropayê çûn Îmraliyê. Ev yek bi awayekî zelal nîşanî me dide ku sîstema Îmraliyê çawa hatiye avakirin nîşan dide. Em dikarin bibêjin hêzên Îmraliyê ava kirin û hêzên ku komplo pêk anîn yek in.”
Şakar anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê ji ber fikrên Abdullah Ocalan li gelê Kurd tê meşandin û wiha got: “Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin hem Komploya Navneteweyî hem jî sîstema Îmraliyê modeleke di şexsê birêz Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd hatiye pêşxistin. Ya ku di şexsê Birêz Ocalan de li dijî gelê Kurd guncav hate dîtin tecrîda 25 salan bû. Sedema hêrsa bênavber a gelê Kurd a li hemberî tecrîda ku 25 sal in dewam dike jî ev e. Di vê wateyê de ger tecrîd neyê derbaskirin wê ev polîtîkayên dijwar ên li ser gelê Kurd berdewam bikin.”
Şakar di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana 25 salan a Abdullah Ocalan ba li dijî pergala Îmraliyê dimeşîne.
Raziye Ozturk: Tecrîd li Tirkiyeyê belav bûye
Piştî parêzer Mahmut Şakar, ji parêzerên Buroya Sedsalê Raziye Ozturk pêşkêşî kir. Raziye Ozturk li ser mijara Komploya Navneteweyî çawa pêş ket û sîstema Îmraliyê çawa hat avakirin rawestiya û bal kişand ser bêhiqûqiya 25 salan a li zindana Îmraliyê tê kirin. Ozturk, biryarên binpêkirina mafên mirovan ên Ewropayê yên der barê Îmraliyê de bi bîr xist û got, tevî van hemû biryar û binpêkirinan jî ev 3 sal in hemû mafên Abdullah Ocalan ji dest hatine girtin.
Raziye Ozturk anî ziman ku tevî hemû serlêdanên ku weke parêzerên Abdullah Ocalan kirine jî der barê bûyerên li Îmraliyê diqewimin agahî nadin wan û got, “Pergala li Îmraliyê li ser bêhiqûqiyê hatiye avakirin roj bi roj li tevahiya civakê belav bû. Em îro bandora tecrîda li Îmraliyê li tevahiya Tirkiyeyê dibînin û hîs dikin.”
Parêzer Ozturk da zanîn ku bertekên navneteweyî yên li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan û daxwazên azadiya wî girîng inn û wiha domand: “Divê em têkoşîna xwe xurtir bidomînin. Ciwan, jin, divê em hemû xwedî li paradîgmayên Birêz Abdullah Ocalan der”kevin.”
Olivier Peter: Em dikarin bêhiquqiyê bişkînin
Piştî Raziye Ozturk, ji parêzerên Baroya Cenevreyê Olivier Peter mafê axaftinê girt. ev tişt anî ziman: “Ez di sala 1999’an de zarok bûm û bi nûçeya girtina Ocalan min cara yekem wî nas kir. Ev ji bo hêzên navneteweyî rewşek şermê bû”. Olivier Peter dawiyê bendek ji pirtûka Abdullah Ocalan xwend.
Peter diyar kir ku ji bo şikandina bêdengiya li hemberî pêkanînên dijmirovî yên li ser Abdullah Ocalan, hevgirtina navneteweyî girîng e û got, “Bi hevgirtin û helwesta xwe em dikarin saziyên rayedar seferber bikin û vê bêdengiyê bişkînin.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Olivier Peter anî ziman ku dewleta Tirk êrîşî hemû mafên bingehîn ên gelê Kurd dike û wiha pêde çû: “Divê em li her derê bînin ziman ku dewleta Tirk hemû nirxên hiqûqî binpê dike û mafên mirovan ên bingehîn paşguh dike. Divê em bi hev re zextê li dewleta Tirk bikin ku dawî li binpêkirina qanûnên xwe bîne.”
Olivier Peter da zanîn ku Abdullah Ocalan bi awayekî derqanûnî li Îmraliyê dîl hatiye girtin û wiha domand: “Sîstema Îmraliyê neynika demokrasiya dewleta Tirk e. Heta Îmralî mafên xwe yên bingehîn bi dest nexe, li Tirkiyeyê demokrasî û mafên mirovan pêk nayê. Ez weke parêzerekî vê dibêjim; divê hiqûqa navneteweyî li Îmraliyê were sepandin û Abdullah Ocalan azad bibe.”
Jessiva Carlqvist: Ji bo azadiyê dê tekoşîn bidome
Piştî axaftina yek ji parêzerên Baroya Cenevre Olivier Peter, siyasetmedara Swêdî Jessica Carlqvist ku di nava “Delegasyona Navneteweyî ya Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî û li Dijî Tecrîdê” de cih digire û herî dawî çûbû Tirkiyeyê axivî. Jessica Carlqvist li ser înternetê beşdarî konferansê bû, diyar kir ku girîngiya azadiya Abdullah Ocalan divê ji aliyê her kesî ve baş were fêmkirin û got, “Ji bo paradîgmayên Ocalan pêk bên û azadiya fîzîkî bê misogerkirin divê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Piştî axaftina Jessica Carlqvist, konferans bi hilgirtina posterên Abdullah Ocalan û bi berzkirina dirûşma “Ji Ocalan re azadî” bi dawî bû.