Gelek dayikên aştiyê bi boneya Roja Dayikan li Îzmîr, Amed û Şirnexê çalakî li dar xistin. Dayikên Aştiyê di çalakiyan de ji bo zarokên xwe edalet xwestin û gotin: “Zarokên me di hucreyên yekkesî yên girtîgehan de tên ragirtin. Li vir bi gelek nexweşiyan dikevin û dimirin. Mîna hemû dayikan em jî dixwazin zarokên me li ba me bin. Weke dayikên dilê wan biêş, em ji bo vî welatî aştî, edalet û azadiya zarokên xwe dixwazin.”
Amed
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê bi wesîleya Roja Dayikan li pêşiya avahiya xwe ya li Amedê daxuyanî dan. Partiya Herêmên Demkratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û malbatên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de jî tev li daxuyaniyê bûn. Dayika Aştiyê Kudret Eryilmaz di daxuyaniyê de got ku zarokên wan li cem wan nînin lewma Roja Dayikan ji bo wan weke “roja reş” derbas dibe. Eryilmaz, wiha domand: “Dema zarokên me hatin cem wê demê ev roj dê ji bo me bibe Roja Dayikan. Li ser serê me balafir difirin û me aciz dikin. Her ku diçe tecrîd girantir dibe. Em dixwazin ev pirsgirêk êdî bi dawî bibin. Hem pirsgirêka dayikên kurd hem jî ya dayikên tirk heman e. Banga min a ji bo her kesî ev e; şer tiştekî baş nîne. Bila aştî bê, ji girtîgehan cenaze dernekevin, dayika hêsiran nebarînin, bila aştî û aramî bê welatê me.”
Îzmîr
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê jî bi boneya Roja Dayikan li Qada Konakê civîyan û heta Îskeleyê meşiyan. Di meşê de bi zimanê kurdî û tirkî pankarta “Diyariya herî mezin ji bo dayikan aştî ye” hilgirtin. Dayikan dirûşmeyên “Bijî berxwedana dayikan” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.
Dayika Aştiyê Hanîfe Gumuş piştî meşê diyar kir ku îroj ji bo wan roja xemgîniyê ye. Hanîfe Gumuş da zanîn ku zarokên wan li girtîgehan hatine qetilkirin û wiha axivî: “Zarokên me di hucreyên yekkesî yên girtîgehan de bi gelek nexweşiyan dikevin û dimirin. Mîna hemû dayikan em jî dixwazin zarokên me li ba me bin. Weke dayikên dilê wan biêş, em ji bo vî welatî aştî, edalet û azadiya zarokên xwe dixwazin.”
Piştî çalakiya rûniştinê daxuyanî bi dawî bû.
Şirnex
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê jî Meclisa Dayikên Aştiyê têkildarî Roja Dayikan li ber avahiya DEM Partiyê ya Silopiyayê daxuyanî da. Dayikên ku bi laçikên xwe yên spî tev li daxuyaniyê bûn, pankarta “Ji dayikên lehengan hezar silav li zindanan” hate vekirin.
Di daxuyaniyê de dayika Aştiyê Behiye Nayir axivî û Roja Dayikan li tevahiya dayikên cîhanê pîroz kir. Behiye Nayir xwest ku roja dayikan bibe wesîleya aştiyeke mayinde.
Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî. Newroz Uysal anî ziman ku ji bo dayikan xelata herî mezin aştî ye û wiha got: “Li Kurdistanê dayikbûn zehmet e. Ji ber ku dayikên li ser vê erdnîgariyê bi salan bi kedeke mezin zarokên xwe mezin dikin û piştre jî ew zarok yan tê kuştin yan jî tên girtin. Îro li tevahiya cîhanê şer heye, dayikên Ukrayne, Filistinê, Rojava û Kurdistanê heman êşê dikşînin. Ji ber wê ti ferqa dayikan tune ye. Yê ku ferqê dixe navbera dayikan ev şerê desthilatdaran e.”
‘Îro bi hezaran girtî di çalakiyê de ne’
Newroz Uysal, di berdewama axaftina xwe de got ku encax bi çareserkirina pirsgirêka kurd wê dilê dayikan şad bibe û wiha domand: “Îro li girtigehan jî ev şer didome. Îro bi hezaran girtî di çalakiyê de ne. Girtiyê nexweş hene û înfazên wan tên şewitandin. Çalakiya ku îro hatiye destpêkirin li dijî vê neheqiyê û berdewamkirina tecrîdê ye. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe demokrasî nayê Tirkiyeyê. Ji avakirina komara Tirkiyeyê heta niha dayik êşê dikêşin. Ji bo bidawîkirina şer pêdivî bi çareseriyê heye. Tecrîda li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan çavkaniya vî şerî ye. Girtî jî ji bo ku ev tecrîd bi dawî bibe di çalakiyê de ne. Weke çareserî birêz Ocalan destnîşan dikin. Dayikên ku zarokên wan di bin wesayîtên zirxî de man, dayikên ku zarokên wan girtî ne, dayikên ku zarokên wan li çiyê çareseriyê daxwaz dikin. Diyariya herî mezin a ji bo dayikan, aştî ye. Lewma divê deriyên zindanan bên vekirin, tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û tavilê çareserî pêk bê.”
Piştî axaftinan daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.