Ji bo berxwedan û têkoşîna me bi serketinê tacîdar bibe weke di serî de jî me diyar kir, hewce ye ku li her qadê em xweparastinê esas bigirin. Rêxistinbûna xwe, civaka xwe û jinan tenê bi xweparastinê em ê bikaribin wan li ser piyan bigirin
Mijara xweparastinê ji bo jin û civakê ji nan û avê hîn ferztir e. Hewce ye pir baş were dîtin ku di roja me ya îro de, ji her wextê zêdetir pêdivî bi xweparastinê heye. Helbet ji bo xweparastinê teqez yekîtî pêwîst e. Bêguman bi taybetî, ji bo herêma Rojhilata Navîn ne tenê yekîtiya gelê kurd a hemû gelan hewce ye. Bi taybetî jî li ser esasê yekîtiya jin û ciwanan divê ew rêxistinbûn û yekbûn bi lezgînî pêk were.
Rêber Apo 27ê sibatê dest bi pêvajoyeke nû ya dîrokî kir. Rêbertî bal kişand ku di serî de jin û ciwan divê hemû civak ji bo encameke serketî ya têkildarî pêvajoyê bikevin nav liv û tevgerê.
Ji bo tevahî êriş û astengiyên şerxwaz, zordar û qatilên kastîk ên li hember pêvajoyê werin pûçkirin, divê em pir hişyar bin û her kêlî di nav têkoşînê de bin. Rêber Apo li ser mijara serkeftina pêvajoyê pir bawer û bi hêvî ye. Em weke tevger, gel û jinên pêşeng û şoreşger bi rêberê xwe re ne. Bi vê baweriyê jî em têkoşîneke komunal dimeşin ku armanca wê ji sedî sed serketin e.
Di vê têkoşînê de ya herî girîng ew e ku em xwe di serkeftinê de kilît bikin û ji xwe bawer bin. Jixwe me weke şoreşger, têkoşer û şervanên vê doza pîroz soza jiyana azad û wekhev a pêkvejiyana gelan tev daye. Eger em li ser vê rêyê bêteredut bin, wê serkeftina misoger para me be.
Li ser vî esasî, bi wesîleya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan hewce ye em weke jinên apoyî, demokrat, azadîxwaz û mirovhez ji bo serkeftina pêvajoya nû, azadiya fizîkî ya rêber Apo, pratîzekirina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan timî di nav çalakî, berxwedan û têkoşînê de bin.
Ji bo berxwedan û têkoşîna me bi serketinê tacîdar bibe, weke di serî de jî me diyar kir, hewce ye li her qadê em xweparastinê esas bigirin. Rêxistinbûna xwe, civaka xwe û jinan, tenê bi xweparastinê em ê bikaribin wan li ser piyan bigirin. Zordar heta ji wan bê wê nehêlin em azad bibin û jiyaneke wekhev a komunal ava bikin. Lewma li hember wan zordaran bi fikir û felsefeya rêber Apo em xwe bipêçin û têkoşîna xwe li asta herî jor bi pêş bixin.
Serkeftin û azadî ya jin û civakên berxwedêr e. Di dîroka nenivîskî û nivîskî de jî ev hatiye piştrastkirin. Li dawiyê, bi munasebeta 25ê Mijdarê ez weke hevaleke gaziya şer, tundiya li ser jinan şermezar dikim û ji bo ev tundî di ti nirxên mirovî de cih jê re nîne, bi dawî be, soz didim heta dawiyê li nav têkoşîn û berxwedanê bim.
