Li hember rewşên awarte yên ku li Xezayê diqewimin û piştî şêwirîna bi Komkara Dewletên Erebî û Rêxistina Hevkariya Îslamî re, Qraliyeta Erebistana Siûdî îro lidarxistina “Lûtkeya Hevbeş a Erebî-Îslamî” ya awarte li Riyadê ragihand.
Her wiha hate bibîrxistin ku lûtke li şûna “Lûtkeya Erebî ya awarte” û “Lûtkeya Awarte ya Îslamî” tê kirin.
Ev yek di demekê de tê ku rêberên hemû welatan girîngiya yekkirina hewlan û gihandina helwestek hevbeş a ku îradeya hevbeş a Ereban diyar dike der barê geşedanên xeternak yên li Xezayê û deverên Filistînê ku ji bo rûbirûbûna wan pêwîstî bi yekîtiya Erebî û Îslamî heye, tê dîtin.
Civîn bi wê armancê ye ku welatên erebî û islamî helwestewke hevbeş li dijî êrîşên Israîlê ên li ser Xezayê û hemû gelê Filistînê nîşan bidin.