23 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo Werîşe û Pexşan bang hat kirin

Zêdetirî 30 rêxistinên jinan bi daxuyaniyekê banga rawestandina cezayê darvekirinê yê ji bo Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî hatiye dayîn kirin û gotin; “Tenê li ser daxwaza rejîma Îranê hatine cezakirin, divê demek ji ya din zûtir ceza were rakirin.”

Nerazîbûnên dijî cezayê darvekirinê yê ji bo jinên kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî, roj bi roj zêde dibin. Divê çarçoveyê de zêdetirî 30 rêxistinên mafê jinan yên li herêmên Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur, daxuyaniyek belav kirin.

Di daxuyaniyê de bang li saziya dadweriya Îranê tê kirin ku cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî û hemû girtiyên din yên siyasî rawestînin.

Di heman daxuyaniyê de hat gotin: “Divê rêz li proseya siyasî û dadgehkirina bi edalet bê kirin, ji ber ku cezayê darvekirinê cezayekî ne mirovane û binpêkirinek aşkere ya mafê mirovan e. Divê cezayê darvekirinê di sîstema yasayî ya Îranê de were rakirin. Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî tu sûcek nekirine, tenê bi daxwaza rejîma Îranê ceza li wan hatiye birîn.”

Hêjayî gotinê ye di 8ê çileyê 2025an de parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye.

Herwiha diyar kir belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin.

Herwiha cezayê darvekirinê yê Werîşe Mûradî ku di rûniştina wê ya di 16ê hezîran û 4ê cotmeha 2024an de hat dîtin bi fermî ji parêzerên wê re hatiye ragihandin.