Li Sûriyeyê ji sala 2011an vir ve ango ji Bihara Ereban ve şereke navxweyî heye. Lê rejîma Esad di nav vî şerê de tu car guh neda daxwazên gel û ji bo karibe desthilatdariya xwe bidomîne xwe ji bo berjewendiyên dewletên din da bikaranîn.
Komên paramîlîter ên ku di nav vî şerê navxweyî de bi hêz bûn di 8ê Kanûnê de dawî li rejîma Esad anîn. Em der barê hilweşîna Rejîma Esad, rewşa Îranê û siberoja Sûriyeyê de bi nivîskar û rojnameger Elî Mûnezemî re axivîn.
Elî Mûnezemî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser sedemên hilweşîna rejîma Esad axivî û ev tişt anî ziman: “Li Sûriyeyê ji sala 2011an vir ve gengeşiyek hebû. Ev rewşa aloz bû sedem ku dewletên herêmê û ên zilhêz hêdî hêdî rewşa hilweşandina rejîmê ava bikin. Her dewletek ji bo berjewendiyên xwe piştgiriya komeke kirin. Di vê pêvajoyê de çeteyên proxy (vekil) hatin xurtkirin. DAIŞ û El Kaîde (Cibhet El- Nûsra) Sûriyeyê kirin navenda çalakiyên xwe.”
‘Dewletên rojavayî nedixwestin Esad têk biçe’
Elî Mûnezemî der barê dewletên ku piştgirî didan rejîma Esad de wiha got: “ Îran, Rûsya û Hizbullah a Lûbnanê ji bo parastina rejîma Esad hemû derfetên xwe yên madî û merivî bikaranîn. Çend welatên rojavayî ku di nav wan de Amerîka, Brîtanya û Fransa jî piştgirî didan Esad lê dixwestin ku reformên siyasî jî pêk werin. Her ku pevçûn zêde bûn, van welatan dest bi piştgirîkirina hin komên serhildêr kirin. Ev piştgirî weke hewldaneke jinavbirina rejîma Esed hat şîrovekirin, lê di heman demê de ew piştgirî parçebûn û armancên cuda yên aktorên rojavayî dida nîşandan. Li gor van dewletan têkçûna Esad xurtbûna grûbên terorîst bû. Loma dixwest ku rejîma Esad lawaz bibe lê nedixwestin hilweşe. Ji ber vê bû jixwe di dema Obama de DYAyê qet behsa hilweşîna Esad nekir. Tenê li dijî DAIŞê hêzeke xwe li rojavayê Kurdistanê bi cih kir.”
Elî Mûnezemî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewlatên wek Tirkiye, Qeter, Erebistan û grûpên Filistinî ên wek Hamasê ji ber dijberiya Îranê, sedemên olî û bilindkirina asta bandora xwe di herêmê de piştgiriya hinek grûpên opozisyonê kirin. Di nava wan welatan de Tirkiye bi sedema hebûna hizra faşîstî-olî û dijberiya kurdan a li rojavayê Kurdistanê bêhtir cehd kir ku piştgiriya HTŞê (Cibhet Al-nusra) bike û nakokiyên mezintir li Sûriyeyê pêş bixe. Piştî hilweşîna Esad niha çeteyên girêdayê Tirkiyeyê bi hêz in.”
‘Ji bo Sûriyeyê modela guncav modela Rojava ye’
Elî Mûnezemî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Hilweşîna rejîma Esad hem ji bo kurdan hem jî ji bo hemû civaka Sûriyeyê baş e, lê ji ber dijminatiya Tirkiyeyê ya kurdan dibe ku kurd pirsgirêk bijîn. Tê gotin ku alternatîfa şer û çekê, demokrasî ye. Eger sîstemek demokratîk li Sûryeyê bê avakirin, dikare azadiyê bi awayeke berfireh bo hemû aliyan pêk bîne. Lê aktorên xêrnexwaz nahêlin ku xelk li Sûryeyê bi xwe biryarê li ser çarenûsa xwe bidin. Niha ji bo hemû Sûriyeyê her wiha hemû Rojhilata Navîn modela herî guncav modela ku kurdan li Rojava pêş xistiye ye.”
‘Ew rîsê ku wan bi salan ristî, dîsan bûye hirî’
Rejîma Îranê gelek karên xwe ji ser rejîma Esad ve bi rê ve dibir. Elî Mûnezemî têkildarê bandora têkçûna Esad a li ser Îranê wiha axivî: “Hilweşîna rejîma Esad tenê nayê wateya ku Îranê dewletek dost ji dest daye. Rejîma terorîstperwer a Îranê bi salan Sûriyeyê ji bo xurtkirina nifûsa xwe ya li Rojhilata Navîn bi kar dianî. Ji bo vê bike jî bi milyaran dolaran xerc kirin, gelek qûrbanî dan. Rejîma Esad tekane dewlet bû ku di şerê Îran û Iraqê de piştgirî da Îranê. Herwiha Îran ji ser Sûriyeyê ve Hamas û Hizbûlahê li dijî Îsraîlê fînanse dikir. Karbidestên Îranê gelek caran gotine ku eger li Sûriyeyê bexwedanê nekin, dê şer bikeve nav Îranê. Em dikarin bibêjin ku niha ew rîsê ku wan bi salan ristî, dîsan bûye hirî. Ew hemû sermaye û zehmetî bi valahî çûn. Ew ê yekê dest û bazikên rejîmê qetandin û nikare wek caran karê têkderane bike û bi wê hindê bacê li welatên din bistîne. Hizbullah û Hamas jî ku piştî şerê wê dawiyê tew Îsraîl ku zor lawaz bûne, dixûye ku yê hîn lawaztir bin. Lawazbûna wan rêxistinên terorîstî di berjewendiyên mirovahiyê de ye. Lê eger Erdogan grûpên xiraptir neke hakimê Sûriyeyê. Em dibe binihêrin û bizanin ka desthilatdariya nû ya Sûriyeyê wê çawa bê dîzaynkirin.”
Elî Mûnezemî der barê mijarê de wiha pê de çû: “Pêşiya hilweşîna rejîma Esad, rejîma Îranê pirsgirêkên mezin yê ewlehiyê ji bo cîhanê pêk dianî. Niha Îran weke çivîkeke pencoyîkirî lêhatiye ku per û baskên xwe ji dest dane û nikare bifire. Ji ber wê yekêye jî ku ew rejîm cehd dike bi pîtandina oraniyomê û çêkirina çekên navikî, hebûna xwe garantî bike. Hemû rejîmên dîktator ji xwe wek yek difikirin. Ew hêza leşkerî li xelkê girîngtir dibînin û pêştirîtiyê didinê.”
‘Pêwistî bi saziyên hevpar heye ne bi nirxên hevpar’
Elî Mûnezemî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Armanca rejîmên dagirker, şovenîst û olperestên paşverû ji bo çareseriya pirsgirêkan tu tiştek nakin. HTŞ ji despoteke wek Erdogan û rejîma wî ya faşist piştgirî digire. Eger ew hişmendiya xwe neguherine û bi awayek dadperwerane nefikire, ew ê jî li ser rêça rejîma Esad berdewam bike. Lê neteweya kurd li dîrokê de daye nîşandan ku serê xwe li hember zilmê natewîne. Hêvîdar im ku ew li dîrokê dersê werbigrin û carek din kurdan neceribînin. Dijayetiya wan a bi kurdan re îdeolojiya wan e. Îro dijberiya li dijî kurdan dijberiya li dijî Xweda ye. Her wiha li dijî hemû nirxên exlaq û mirovahiyê ne jî. Divê herkes bizane ku ji bo jiyana bi hev re pêwistiya me bi saziyên hevpar hene ne bi nirxên hevpar. Kurdan daye eyankirin ku neteweyek dadperwer û azadîxwaz e. Bo pêkvejiyanê kes hindî kurdan fîdakar û bi merhemet nîn e. Hêvîdar im ku HTŞ bi planên nehezan nexape. Ew yek ne di berjevendiya wan de ye û ne jî ya xelkê Sûriyeyê de.”