Siyamed Sîpan
Ev rojên ku em tê re derbas dibin teqez dîrokî ne. Ne tenê ji bo li bakurê Kurdistanê pêvajoyeke çareseriyê heye. Guhertinên nû xwe li ser hemû Rojhilata Navîn ferz dikin. Şer û pevçûnên li heremê pêş dikevin, vê rastiyê baş radixin ber çavan. Em di rojên dîrokî re derbas dibin. Taybetmendiya rojên wisa jî ew e ku zû nayên jibîrkirin. Ji ber ku di mêjiyê dîrokê de ev roj têne kolandin. Yanî bi sedan sal jî derbas bibin, kurd dê li van rojan binêrin. An ew ê van rojan wek serkeftinekê pîroz bikin an jî dê van rojan û me hemûyan şermezar bikin, nalet bikin. Wekî ku em niha Peymana Lozanê ku ketiye 102 saliya xwe nalet û şermezar dikin. Kurdên ku peywira xwe ya welatparaziyê di dema Peymana Lozanê de pêk neanine jî tên şermezarkirin û rûreşkirin.
Ev roj jî rojên wisa dîrokî ne. Taybetmendiya wan jî ew e ku firsendeke pir mezin ketiye destê kurdan. Li Bakur kurd dikarin bigêjin asteke saxlem û bibin xwedî statu û hemû mafên xwe bi dest bixin. Li Rojava dikarin defacto statuya xwe êdî fermî bikin û bibin mîna dewleteke serbixwe. Ev herdû bûyerên mezin bêgûman dê bandoreke erênî li rojhilatê Kurdistanê bikin. Dê pişta kurdên Rojhilat pir xurt bibe. Bi vê xurtbûnê ve Rojhilat dê gaveke din nêzî azadî û mafên xwe bibe. Başûr jî dê karibe têkiliyên dostane bi Rojava û Bakur re saz bike.
Xeteriya li ser kurdan jî heye û pir mezin e elbet. Ku hemû tişt xirab bimeşe kurdên destkeftiyên xwe winda bikin û bi dehan salan paş ve bikevin.
Lê dixwazim îro bahsa Rojava û pêşeroja wê bikim. Ev 15 sal in em dibînin ku Sûriye di nava tevliheviyeke pir mezin de ye. Heta niha tenê Rojava li heremên xwe aramî pêkaniye. Her çiqas kêmasî hebin jî, êrşên ji derve û hundir jî hebin, mirov dikare bahsa aramiyekê bike. Hemû gelên li Rojhilata Navîn êdî hêviya xwe bi Rojava ve girê dane. Herwiha hemû cîhan jî li Rojava dinêre û dibîne ku li wir azadî heye. Dibîne ku li wir demokrasî û aramî heye. Ji ber wê jî gelên cîhanê Rojava ji xwe re wek esas û mînak digirin. Dema wisa dibe, rastiyek dide der. Ew jî naskirina statuya Rojava ye. Bi naskirina statuya Rojava, dê kurd li qada navneteweyî êdî bi fermî bên naskirin û bikaribin li hemû deverên cîhanê destkeftiyên xwe biparêzin.
Dema em bala xwe didinê dibînin ku hinek dewlet yên mîna Îsraîl, Fransa û Brîtanyayê dixwazin ku êdî statuya Rojava fermî were naskirin. Gelek hewldan jî hene. Hin hewldan hene em dibînin. Hin hewldan jî hene em tenê dibihîzin. Hin hewldan jî hene em qet nabînin û nabihîzin. Lê ez wisa bêjim, ku Rojava ber bi statuya xwe ve diçe.
Herî dawî nûçeya ku ew ê Mazlum Ebdî, Thoms Barrack û Emmanuel Macron li Parîsê hevdû bibînin derket di çapemeniyê de. Dema statuya Rojava were naskirin em ê nûçeyên wisa xweş êdî pir bibihîzin û bibînin. Çav û dilê hemû kurdan niha li Rojava ne. Bi bawerî û bi hêvî me ku dê di demeke nêzik de bûyerên erênî pêş bikevin.
Ji bo vê yekê divê kurd bêtir têbikoşin, xwe bi rêxistin bikin û tifaqa xwe xurt bikin. Divê kurd tu carî parastina rewa ya siyasî, civakî û dîplomatîk sist nekin.