31 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo sosyalizmê azadiya jinan xeta sor e 

Heke em jiyanekî sosyalîst bixwazin divê azadiya jinan wek xeta sor bigirin dest. Dema jin di jiyanê de pêşeng bibin û pergala demokratîk afirandin wê demê em dikarin bêjin jiyanekî sosyalîst ava bûye, fikra sosyalîzmê hatiye rûniştandin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hemû hevdîtin û nirxandinên xwe de bal dikşîne ser girîngiya azadiya jinan. Jinên kurd li ser perspesktifa ku diyar kiriye bi salane li ber xwe didin û bi vê têkoşîna xwe ji hemû jinan re dibin mînak.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe yên dawî de jî dîsa bal kişandibû ser têkoşîna ku jin dimeşînin û rexneya ku ‘jin niha ji sedî 10 dikarin azad bijîn’ kiribû. Her wiha di nameya ku di 8ê Adarê de bi boneya Roja Jinan a Cîhanê de şandibû jî bal kişandibû ser girîngiya azadiya jinan û ji bo pêkanîna vê azadiyê gelek pêşniyaran kiribû.

Em der barê peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna ku jin didin bi endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Hatîce Oktay re axivîn.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di her hevdîtina xwe de bal dikşîne ser azadiya jinan. Hûn van nirxandinan çawa şirove dikin?

Di hevdîtinan de yek ji mijarên sereke ku birêz Abdullah Ocalan li ser rawestiya azadiya jinan bû. Birêz Ocalan diyar kir ku pirsgirêka azadiya jinan her tim girîng e û pirsgirêkek kûr e. Her roj komkujiyên li ser jinan ku em tê re derbas dibin, kûrbûna xwe nîşan dide. Ji ber vê jî di vê perspektîfê de azadiya civakê bi azadiya jinan ve girêdayî ye. Heke di hişmendiya mêrperest de guherîn û veguhertin hebe, dê azadî mutleq bibe. Gotina Rêberê Gelê Kurd a ku di nameya xwe ya 8ê Adarê de anî ziman û got: “Afirînera civakê jin e. Pirozî û Xwedawendî jî ya jinan e” nêrîn û perspektîfa me ya jiyanê ye.

Wek tê zanîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe yên dawî de jî wek her gav bal dikşîne ser girîngiya sosyalîzmê. Em dikarin têkiliyek çawa di navbera azadiya jinan û sosyalizmê de deynin?

Sosyalizm di her qada jiyanê de wekheviyê diparêze. Îro pergala ku em tê de dijîn ji malan heta qadên siyasî jiyan di bin serweriya desthilatdariyê de hatiye fetisandin. Dema em li bingeha desthilatdariyê jî dinêrin ne wekheviya jin û mêr, serdestiya mêr dibînin. Hemû têkîliyên dijdemokratîk bi dûrbûna xeta azadiya jinan ve girêdayî ye. Bo vê em dibêjin dema jin azad nebe civak jî ne azad e. Felsefeya sosyalizmê jiyanekî wekhev, demokratîk û azad diparêze. Ji ber vê jî hewceye destpêkê jin û mêr di têkiliyên xwe de hevsengî ava bikin, di her qadên jiyanê de ji hişmendiya desthilatdar yanî serdestiya mêr rizgar bibe. Ev jî bi azadbûna jinan re pêkan dibe. Em encamên dîrokî jî baş dixwînin, kesên di dîrokê de şoreş pêk anîn gotin ‘em şoreşê pêk bînin piştre azadiya jinan bi dest bixin’. Encama vê hişmendiyê hişt ku desthilatdarî ji holê ranebe, pergala dewletî xwe ji nû ve ava bike û di encamê de sosyalîzm hilweşiya. Ev ezmûn jî bi me nîşan dide ku ger em jiyanekî sosyalîst bixwazin divê azadiya jinan wek xeta sor bigirin dest. Dema jin di jiyanê de pêşeng bûn û pergala demokratîk afirandin wê demê em dikarin bêjin jiyanekî sosyalîst ava bûye, fikra sosyalîzmê hatiye rûniştandin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nameya ku ji bo jinan şand de dibê jin niha dikarin ji sedî 10 azad bijîn. Ji bo azadiya jinan pêk were divê kîjan kevneşopî ji holê bên rakirin û guherînek çawa di nav civakê de pêk were?

Em wek jin her çiqas di nav tekoşîna azadiyê de bin jî hê jî di bin pergala moderniteya kapîtalist de dijîn. Kapitalîzm an jî şaristaniya dewletî xwe li ser înkara azadiya jinan daye avakirin. Di dîrokê de li hember vê rastiyê tekoşîna jinan tim hebûye lê em nikarin bêjin ev pergal bi temamî hatiye guhertin. Pergala serdestiya zilam bandora xwe li her sazî û hucreya jiyanê kiriye. Ev bi rêya feodalîzmê bi rêya kevneşopiyan bi rêya her cure şerê taybet li jiyana me bandor dike. Jin di bin navê evînê de tên kuştin, zarok rastî destdirêjiyê tên û tên kuştin, di bin navê feodalîzmê de tên windakirin, jin nikarin bi tena serê xwe biryarê li ser jiyana xwe bigirin. Perçiqandin û bindestkirina jinan û mafên jinan di her hucreyê jiyanê de tên hîskirin. Di vê zemînê de em nikarin bêjin ji sedî sed em azad dijîn. Ji ber ku wek dorpêç e derdorê me bi pergalê ve hatiye pêçandin. Em jî niha dibêjin em tekoşîna xwe mezin bikin û vê dorpêça li dora jinan ji holê rakin.

Ji pergala şaristaniyê heta tekiliyên takekesî divê werin guhertin. Yek ji wan malbata îroyî ye. Em dibînin her cure qirêji di bin navê malbatê de çêdibe, malbata îro serdestiya zilam bi xwe re zêde dike. Divê ev model were guhertin û were demokratîkkirin di nav xwe de wekheviya jin û mêr bihewîne. Dîsa nêzikatiyên olperest, zayendperest îro azadiya jinan wek xeterî dibînin ji bo xwe. Ev hişmendî divê were guhertin. Nêzikatiya ku jinan wek namûs dibîne û her tiştê ji bo zilam azad dihêle ji holê were rakirin. Ji bo jin bikaribin xwe îfade bikin, bikaribin jiyana xwe ava bikin di vê pergalê de tu qad nehatiyê hiştin. Li hember tundiyê cihê ku bikaribe serî lê bide jî tune ye. Divê qadên azad ên ku jin bikaribin di zemîna xwe de jiyana xwe pêş bixin hebin. Ev jî guhertinêk pir mezin dixwaze. Ji dibistanê heta jiyana aborî ji siyasetê heta çandê divê her qad bi çavên jinan dîsa werin dest girtin û demokratîk kirin ku em bikaribin bêjin em ji sedî 90 yê ku jê mehrûm mane jî azad dijîn.

Rêberê Gelê Kurd bi salane dibê dê sedsala 21emîn dê bibe sedsala jinan. Ji bo ev sedsal bibe ya me divê geşedanên çawa pêş bikevin ango hişmendiyeke çawa pêş bikeve?

Gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Dê sedsala 21emîn bibe sedsala jinan” têgihîştina asta meşa azadiya jinan û derfetên ku ev sed sal in pêşxistine û hişmendiya heyî heta asteke dane guherandin. Lê ji bo ku ev sedsal bi rastî jî bibe sedsala jinan, ne tenê di axaftinan de, zêdetirîn di pratîkê de jî divê guhertinên bingehîn pêk bên. Divê bê hesibandin ku azadiya jinan ne tenê meşa mafê jinan e, bi giştî ve girêdayî ye. Guhertina netew û civakê bê azadiya jinan nikare pêk bê.

Di heman demê de, zihniyeta mêr divê were guhertin. Meşa azadiya jinan ne tenê pirsgirêka jinan û tenê daxwazkirina mafên jinan e. Ji ber wê jî, barê vê meşê divê ne tenê li ser milên jinan be. Heke meşa azadiya jinan tenê li ser ked û daxwaza jinan bimîne, ev îdîaya guhertin û pêşketinê wê bêbingeh bimîne.

Bi vê re, pêdivî ye ku jin hêza xwe bigirin dest û xwedî li pergala xwe derbikevin. Divê em jin di qadên aborî, polîtîk, akademîk û çandî de bixebitin, xwe bikin xwedî hêz û çavkaniyan bidin xebitandin û  alternatîfên xwe ava bikin. Avakirina komên jinan, kooperatifên jinan, akademî û torên hevkarî ne tenê daxwazeke, stratejiya bingehîn e da ku jin bibin hêza pêşveçûnê.

Simone de Beauvoir dibê ‘mirov jin ji dayik nabe di nav jiyanê de dibe jin’. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan jî di nameya xwe ya ku ji bo 8ê Adarê şand de vê gotina wê bibîr xist. Hûn wateyeke çawa li vê hevokê bar dikin?

Gotina Simone de Beauvoir bi gotina “mirov jin ji dayik nabe, di nav jiyanê de dibe jin” jinbûnê tenê wek taybetmediyeke biyolojîk ve girê  nade. Bêtir ew rêça ku jin di nav jiyanê de ava dikin pênase dike. Serok Ocalan jî di pêvajoyeke ku jin li dijî hişmendiya mêrperest şer dikin de anî ziman.

Heke em vê gotinê bigirin dest, divê em nasnameya jinan di dema dîrokî û civakî de biguherin. Jinbûn ne tenê şêweya ku di dema ji dayikbûnê de li me tê barkirin e, lê ew şêweya ku pergala hêjmartinê ji bo wan di nav çarçoveyên rastîn, sedeman û rêviyan de diguherîne. Zihniyetê baviksalar, jinan di qada kesane û giştî de di rêyeke dabînî de digihîjine û ew dihêlin ku nasname û nasînên wan bi xwedîtiya wan ve ava bibe. Ji bo vê yekê, jinbûn ne tenê rewşa biyolojîk e, lê ew projeyek e ya ku ji bo guhertin û ragihandinê asteng dike.

Di vê rewşê de, divê ev jî bê zanîn ku xwebûna jinan ne tenê lêgerîneke mafî ye, lê ew pêwistiya guhertina giştî ya civakî jî diguheze. Wekî ku Serok Ocalan dibêje, azadiya jinan bi azadiya civakî re girêdayî ye û bo ku jin bi rastî azad bibin, pergala ku em di nav de dijîn divê guhertinê radest bike. Ji ber wê jî jin divê xwedî li nasname û xwebûna xwe derbikevin.

Ji bo vê yekê, gotina “mirov jin ji dayik nabe, di nav jiyanê de dibe jin” ne tenê rastiyeke dîrokî ye, lê ew daxwaza azadiya jinan jî ye. Ev guhertin dikare ne tenê jinan, hemû hevparên civakê jî pêşbixe û rizgar bike.

Heke Dewleta Tirk bersiveke erênî bide ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê ji bo hemû gelan pêvajoyeke nû dest pêbike. Hûn wek aktivîstên TJAyê ji bo pêkanîn ango avakirina şert û mercên xebatê ya Rêberê Gelê Kurd dê xebatên çawa bidin pêşiya xwe?

Azadiya jinan li ser bingeha felsefeya Jin Jiyan Azadî niha li hemû cîhanê veguheriye pêleke nû ya têkoşînê. Helbet em piştgiriyê didin banga birêz Abdullah Ocalan û em amade ne ku hemû berpirsyariyên dikeve ser milê me bi cih bînin. Lê belê em ê vê daxwaza xwe bi hişmediya şert û mercên pêvajoyê bên başkirin didomînin û em ê bidomînin jî. Pêwîste hikûmet di demeke zûtirin de mafê hêviyê çareser bike û di vî warî de gavên şenber bavêje.

Dê di pêşerojê de jî hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk bên, xebatek we ya ku hûn jî bikaribin biçin Îmraliyê û têkoşîna jinan ragihînin heye?

Helbet dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê daxwaza me jinên têkoşer e, hêvî û xeala hemû jinan e. Tevgera jinên kurd bi salan e ji bo vê yekê têdikoşe. Em dizanin ku avakirina jiyana azad û wekhev dê bi Rêbertiya azad re pêk were.

Di çerçoveya hevdîtinên ku dê di pêşerojê de bên kirin de helbet em jî dixwazin cih bigirin û heke pêkan be em ê cih jî bigirin, da ku em karibin xurttir tev li pêvajoyê bibin.