12 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo Sirri Sureya Onder

Dema insanekî baş weke kek Sirri koça dawî dike wê demê mirov dibîne ku çi qas ji bo dunya insan û xwezayê bi qîmet û pêwist bûne

Wan mirovên rind pişta xwe dan vê  Dunya ku pêdivîya wê bi insanê baş heye bi tenê hiştin û çûn, yek ji wan jî wekîlê DEM Partîyê endamê şandeya Îmralî yê kek Sirri Sureyya Onder e. Çûyîna wî satilek ava cemidî li şabûn û hêvî ya civakê kir, bi nexweşketina wî em hemû carekî qerisîn. Bi nexweşketin xwe jî wek qasidê aştîyê rola xwe lîst, dost û neyaran merhebatî dan hev. Belê dîsa qasidê aştîyê bû. Serdestan jî  got” heyfa tebû, “hezar mixabin, “wey korayî.” Heyfa piştî mirinê kêse sax nekiriye. Şert ewe ku pêşîya mirinê qedr û qîmet bidin pêşniyar û daxaz û fikrên azad.

Kesên ku ji bo aştîyek mayînde ji bo mafê gelê Kurd û gelên Turkîye çepikê şa bûnê lê didan dest û milê wan bi rex de çûn. Hêvî yên bo aştîyê man bihareke din gelo? Teqez rê hevalên wî wê ji bo aştîyê dîsa bi sebr û tebat bitekoşin lê heyfe ku  qasidê aştîyê bi çavê xwe aştîyê nebîne a ku dilê mirov dişewitîne eve.

Dema insanekî baş weke kek Sirri koça dawî dike wê demê mirov dibîne ku çi qas ji bo dunya insan û xwezayê bi qîmet û pêwist bûne. Endamê şandeya îmralîyê wekîlê dem partîyê kek Sirrî Sureya Onder insanekî wisa bû. Ji bo ciwanên kurd û Tirkîyê hev û din nekujin û dayîkên kurd û Tirkîyê negirîn. Ji bo gundê Kurdistanê neyên şewitandin. Ji bo Kurd ji cih warên xwe koçber nebin. Ji bo daristanê kurdistanê ku bi salane ji alî hêzên dewletê ve tên şewitandin bi dawî bibe. Îdî Çiya yê welatê me hêşîn bibin, daristan mezin bibin. Ji bo zarokên kurd a bi zimanê zikmakî perwerde bibin, ku qirneke ji xwe bawer û xwedî dêrûnîyeke tendurist

Pêşe roja civakê ronî bike, ji bo kîn û qîr û qijika navbera herdu gelan ji holê rabe, ji bo nijadperesî ji holê rabe, ji bo biratî ya gelan ava bibe. Ji bo wekhevîya Jin û mêr, Jin idî bes bên kuştin. Bi kurtasî û temamî mafên demoqratîk bên dayîn!

Gelo desthiltî yê ji Kek Sirrî û rê hevalên wî fêm nekir? Yan fêm kir li berjewendî yê wan nedihat? ku Sirri Sureya Onder û bi sedan siyasetmedarên hêja wek Sellehedîn Demîrtaş, Leyla Guven, Fîgen Yuksekdag û hewd bi salan, bi demê dirêj di hebs û zindanan de dîl digirtin, û hînjî digrin. Li vê Cîhana xweş ku destê zaliman de biye beleş tu zindî nemir nîne, wey li wî ku koça dawî kir baş û nebaş bizanibin ku xêra tu tiştekî tune ji xêncî başî, xêncî şeref û wijdanê. A ku însan nemir dike, a ku însan hêja dike, maf xwarin  û çav birçî bûn nîne, Şerefe wijdane daxwaza wekhevîyê ye. Hêvî dikim koç a dawî a Sirri Sureyya Onder mirin û nemirinê bi bîra herkesî bîne herkesekê ku dikare şert û mercan biguherîne lê ji bo berjewendî yê xwe nakin dawetî ser sifra wijdan û şerefê bike. Alî wijdan û şerefê de bibin xwedî par.  Serê gelê Kurd û hemû gelên Turkîye saxbe.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê