13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ji bo şifreya internetê birayê xwe kuşt

Li gorî agahiyên polîsên parêzgeha Zîqar a Iraqê mirovekî birayê xwe kuştiye. Polîsê parêzgeha Zîqar li başûrê Iraqê, rewşa kuştina birayê qurbanî eşkere kir û da xuyakirin ku  bi sedema guhertina koda veşartî ya înternetê ye. Ev kuştina sosret di nava Iraqê de  dengek mezin veda û daxwaz ji dadgeriyê hate kirin ku cezayê herî giran li vî kujerî were birîn.

Xizmên ciwanê iraqî idîa kiribûn ku dema cama malê paqij kiriye, cam şikestiye û qirika wî biriye. Paşê jî polîsên Iraqê di encama lêkolîn û lêpirsînê de gihaye wê baweriyê ku birayê wî qirka wî biriye.

Piştî behevkirina delîlan û tewanbariya kesê gunehkar yê bi navê (A-E-X) yê 22 salî li xwe mukur hatiye ku wî qirka birayê xwe bi kêrê biriye.

Ev kuştina hovane wekî ku kujer li xwe mukur hatiye ji ber ku birayê wî şifreya interneta malê guhertiye û ev yek bûye sedema pevçûna wan û bi kêrê birayê xwe kuştiye.

Vê bûyerê bala gelê Iraqê da ser gelek bûyerên bi vî rengî yê zêdebûna tundiya di nava malbatan de û bang li saziyên sivîl û yên hiqûqî hate kirin ku qanûnên derbarê cezayê tundiya di nava malbatê de di ber çavan re derbas bikin.

Lêkolîner Muna El Amirî ku di wezareta kar û barên civakî a Iraqê de dixebite der barê tundiya di nava malbatê de wiha got: “Ev zêdebûna tundiya di nava malbatê de ku gihaye asteke gelekî talûke rastiya rewşa civaka Iraqê li ber çavan radixe û nîşan dide ku hovîtiya di nava civakê de gihaye çi radeyê. Lewre divê saziyên peywendîdar li ser vê mijarê baş rawestin û qanûnên cezayê ên di vê der barê de di ber çavan re derbas bikin.”