7 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo siberoja Sûriyeyê mînak e

Hevseroka Meclisa Rêveberiya Xweser a taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye Hêvîn Silêman têkildarî peyama hatiye îmzekirin anî ziman ku peyman dê ji bo siberoja Sûriyeyê bibe bingeha aştî, aramî û azadiyê.

Li bajarê Helebê di navbera Meclisa Rêveberiya Xweser a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Şamê de peymana ji 14 xalan pêk tê, hat îmzekirin. Di peymanê de tê gotin ku Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê piraniya şêniyên wê kurd in û ji taxên bajarê Helebê ne. Tê gotin ku ev lihevkirina demkî dê heta lihevkirineke domdar a ji aliyê komîteyên hevbeş ve, di pratîkê de be. Tê destnîşan kirin ku ji bo pêkanîna vê lihevkirinê komîte di herdu taxan de tên avakirin û dibêje; “Hemû saziyên sivîl ên herdu taxan bi koordîneya bi saziyên sivîl ên din re dixebitin û bê ku cudahiyê bixin navbera taxên bajarê Helebê, alîkariyê didin saziyên din, ew jî bi rêya herdu şaxên şaredariyê yên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk tê.

Hevseroka Meclisa Rêveberiya Xweser a Şêxmexsûd û Eşrefiye Hêvîn Silêman li ser peymanê axivî bal kişand ser girîngiya tifaqê. Hêvîn Silêman anî ziman ku tifaqa di navbera du aliyan ku ji 14 xalan pêk tê gelek girîng e û got: “Ev tifaq dê bi xwe re aramî û aştiyê de pêk bîne. Dê di nava du aliyan de aramiyê bîne. Xalên ku hatine îmzekirin dê gavên xizmet û parastin, perwerdehî û bazirganiya gelan pêş bixe. Dê di aliyê siyasî, çandî de jî aramiyê pêş bixe. Dê ev xal bi xwe re ji bo Helebê pêşketinekê bîne.”

Li ser rewşa Helebê Hêvîn Silêman wiha got: “Heleb cihê bazirganî, aborî û cihekî stratejîk e. Dê dîsa têkiliya civakî xurttir bike. Dê di nava civakê de aramiyekê pêş bişe. Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê parçeyekî Helebê ye. Dê ev xal di aliyê xizmet û aboriyê de ji bo 2 taqan gavên girîng bi xwe re bîne. Heta niha hêzên tarî ên girêdayî Serokê AKPê Erdogan gef li ser van taxan xwarin. Bi vê tifaqê dê Erdogan êdî nikaribe bi çeteyên xwe gefan li ser van daxan bixwe. Vê peymana ku yekîtiya pêkhateyên taxê kurttir kir dê rê li pêş van gavan bigire. Şêniyên taxê di 14 salên şoreşê de xwe bi rêve dibin û xwe diparêzin. Heta niha nehiştine kes têkeve taxa me. Êdî bi vê peymanê siyaseta li ser vê taxê dihat meşandin êdî pûç bû. Dema di êrîşan de şêniyên taxên xwe yên Şêxmeqsûd û Eşrefiye parastin, di heman demê de hemû Heleb ji êrîşan parastin.

Ev îtîfaq di vê merhaleya girîng û vê pêvajoyê de ji bo hemû Sûriyeyê gavek gelek girîng bû. Rê li pêş xwînrijandin û kuştinê girt. Dê rê li pêş îşkence û komkujiyan bigire. Dê rê li pêşiya siyaseta komkujî kuştin û revandinê bigire.  Agirbestên ku li ser herêmên dagirkerî bên îlankirin, dê bandorek mezin ava bike. Tifaqa sereke ya di navbera General Mazlûm Ebdî û Şamê de parçeyek benda hatiye destpêkirin e. Peymana di navbera Helebê û taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd parçeyeke vê peymanê ye. Ji bo di aliyê aştî û çareseriyê de gavek bê avêtin ev peyman parçeyek vê yekê ye. Bi vê peymanê tê armanc kirin ku gel li ser esasê demokrasiyê bi hevre jiyanek hevpar û aştiyane bijî.

Ev tifaq dê bandorek mezin li ser tevahiya Sûriyeyê çêke û dê bibe mînak. Bi vê tifaqê dê karekî hevpar bê meşandin. Bi vê tifaqê armanc dike ku Sûriyeyek Nenavendî bê avakirin. Bi vê tifaqê rol û rista jinê mîsoger dike. Mafê jinan mîsoger dike. Ev ji bo siberoja Sûriyeyê gavek girîng e.”

Bi vê peymanê aliyê taybet û xweser ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê wekî xwe dimlînin. Aliyê rêveberî, komîn, meclis û saziyên xizmet û tenduristiyê wekî xwe dimînin. Dîsa aliyê çand û perwerdehiyê wekî xwe dimînin. Ev tifaq demkî ye. Di demên pêş saziyên pêwist dê bên avakirin. Niha hêzên me yên ewlehiyê dê ewlehiya taxê biparnêze. Dîsa dê têkiliya wan bi Wezîrê Ewlehiyê re dê bide û bistîne.

Mahberên taxê di destê me de ne. Tu guhertin çênabin. Heta ku ewlehî pêş bikeve, ewlehiya taxê ji bo me pêwist e. Vê tifaqê ji bo demên pêş bingehek ava kir. Pergala Hevserokatiyê ku rola jinê heye hatiye qebûlkirin. Rola jinan di biryara giştî de heye. Vîna jinan di asta jor de heye. Xwedî vîn, îmze û mohr e. Ev gaveke dîrokî ye. Bingeheke ji bo avakirina pergala demokratîk e. Ji bo Sûriyeyeke demokratîk bingehek ava kir. Dîsa bi vê peymanê ji bo vegera Efrînê dê gavên din bêne avêtin. Ev peyman dê ji bo demên pêş bibe bingeha çareseriya pirsgirêkên mezintir.

Ji bo Rizgarkirina Efrînê û vegera gel a Efrînê dê bibe dê rê li pêşiya vegerê veke. Ji bo pêşeroja Sûriye ev bingehek e. Wekî pergalek hevpar, demokratîk ku hemû pêkhate bi hev re xwe bi xwe bi rêve bibin.

Hemû hêzên ewlekariyê bi hemû hêzên xwe di nava taxê de cihê xwe digirin. Kurd, Ereb, Suryan û nasnameyên din bi hevre parastina taxê dikin. Bi hevre xebata parastinê dimeşînin. Di demên berê de di şerê şoreşgerî hemû pêkhateyan bi hevre tax parastin û bi ser ketin. Li dijî çeteyên Erdoganê faşîst têkoşînek pir mezin pêş xistin û taxa xwe li dijî şerê qirêj parast. Ji hemû êrîşan re bûn bersîv. Hemû pêkhateyan bi hevre şer kirin û bi hevre tax parastin û bi hevre têkoşîyan.

Ev xalên hatine îmzekirin, di aliyê siyasî de hemû pêkhate û baweriyên li taxê dijîn, ji bo bi aramî û wekhev bijîn, dê bi hevre vê pêvajoyê bi hevre bimeşînin. Di aliyê parastin û xizmeta taxê de dê bi hevre bimeşînin. Ev dê bi xwe re aramiyekê bîne. Gelê herdu taxan êdî dê di nava herdu taxan bi aramî û serbest herin û bên. Gel dê karibe karê xwe bi aramî bijî. Di aliyê aborî piştî ambargoya 14 salan dê aramiyê bîne. Rê rê li pêşiya koçberiya taxê jî bigire. Dê di aliyê aborî de rehetiyekê ava bike. Dê êdî wekî taxên Helebê li vir jî xizmet bê kirin. Dê wekî parçeyekî taxên din ji xizmetê sûdê bigire.

Li Helebê beriya 50 salan mafên kurdan û nasnameya kurdan tune bû. Ziman, çand û nasnameya kurdî qebûl nedikirin. Li Efrînê navê hemû kurdan guhertin û navê erebî li wan dikirin. Me nikaribû serbest Newroz pîroz kiribûya. Piştî şoreşê jî taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd di pêvajoyên pir zahmet re derbas bûn. Piştî şoreşê di 13 salên dawî de  zarokên 7 salî heta kal û pîrên 70 salî li dijî DAIŞê li ber xwe dan û xwe parastin. Hikûmetê bi sedemên cuda zext û tundî li gel dikir. Milet pir dihat girtin. Astengî û zextên pir mezin li ser gel hebû. Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî êrîşan bi dehan şehîd dan û bi dehan gazî çêbûn. Gel zarokên xwe kirin qurban. Leşker û sivîl bûn yek û li ber xwe dan. Di encamê de bi ser ketin. Hemû siyaset pûç kirin. Komên çete ewil xwestin van taxan dagir bikin. Piştre xwestin hemû taxan dagir bikin. Lê ev projeya wan bi ser neket. Di vi berxwedanê de rola jinan gelek mezin e. Bi destê jinan ev tifaq hatiye erêkirin û îmzekirin. Ev dê ji bo pêşeroja Sûriyeyê û giştî bibe mînak.”