HPGê duh ragihand ku Rehşan Ararat (Cansu Seferoglu), endama YJA Starê, di 20ê adara 2018an de jiyana xwe ji dest daye. Piştî daxuyaniyê, malbata Rehşan Ararat li gundê Çalixa yê navçeya Bazîd a Agiriyê şîn danî. Cendermeyan rê nedan ku malbat ji mala sersaxiyê derkeve. Piştre sersaxî li mala malbatê hatin qebûlkirin.
MEBYA-DER, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Şaredariya Giyadînê û hevşaredar û gelek kesên din serdana malbatê kirin. Koma li gund dirûşma “Şehîd Namirin” berz kir.
Serdanên sersaxiyê li mala malbatê ya li gundê Çalixa berdewam dike.
