Derheqê Serokê Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Alimên Olê (DÎAYDER) û 22 endamên wê de doz hatibû vekirin. 8’emîn danişîna dozê li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin. Di dozê de nimêjên înê yên sivîl û xebatên komeleyê weke sûc hatin nîşandan. Di danişînê de hinek kesên negirtî tên darizandin û parêzerên wan amade bûn. Di dozê de tenê Serokê DÎAYDER’ê Ekrem Baran girtî ye û ji Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvriyê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli danişînê bû. Her wiha Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, Seroka CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû û gelek kesên din jî tev li danişînê bûn.
Danişîn piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî Ekrem Baran axivî û îfadeyên xwe yên berê dubare kir. Baran got; “Di rûniştinên din de me bersiva îdiayên bêbingeh dabû. Li gorî qenaeta me ev doz, dozeke siyasî ye. Lewma jî wijdana me rehet e. Bi vê dozê re melayên kurd û medrese hedef tên nîşandan. Hem li vê dinyayê û hem jî li axretê dê edalet ji bo her kesî lazim bike.” Baran da zanîn ku ev 2 sal in girtî ye û ji ber şert û mercên giran ên girtîgehê nexweşiyên wî yên kronîk hêj girantir bûne û daxwaza tehliyeya xwe kir.
Daxwaza yekkirina dosyayan
Parêzerê Baran, Firat Epozdemîr bi bîr xist ku di rûniştina din de xwestibûn ku dosyayên derheqê xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) de bibin yek dosya lê belê ev daxwaza wan nehatiye qebûlkirin. Epozdemîr got ku di tevahiya dozê de têkildarî ÎBB’ê pirs hatine kirin û daxwaza xwe ya yekkirina dosyayan dubare kir û wiha got: “Heke hûn bixwazin xwe bigihînin rastiya madî, divê hûn dosyayan bikin yek.”
‘Tawanbarî têk çûn’
Parêzer Epozdemîr da zanîn ku ji 650 malbatên ku tê gotin DÎAYDER’ê alîkarî dayê 358’an jê di demên berê de AKP’ê jî alîkarî daye wan, yên din jî weke ‘malbatên nirxê’ tên pênasekirin û lêkolîna xwe têkildarî mijarê parve kir. Epozdemîr destnîşan kir ku ji 272 kesên behsa xeberê tenê derheqê 26 kesan de beriya niha doz an jî lêpirsîn hatine destpêkirin û wiha pê de çû: “Lê belê bi têgeha ‘malbatên nirxê’ hewl dan ku sûcekî nû biafirînin. Gelemperiya dozên li 26 kesan hatine vekirin jî ji ber sûcên edlî hatine vekirin. Em dixwazin bê lêkolînkirin bê ka ji kesên alîkarî pê re hatiye kirin çend jê ‘malbatên nirxê’ ne. Ji destpêkê heta niha em dibêjin ku ev doz, dozeke siyasî ye. Delîlên derhiqûqî weke delîl hatin qebûlkirin û biryara guhdarîkirina ragihandinê jî derhiqûqî ye. Her wiha îdiaya ‘ji bo mirîşoyên wergirtin ÎBB’ê pere hatiye şandin’ jî têk çû. Em dizanin ku tenê kesekî ji bo komeleyê pere şandiye. Gelo kesekê din heye? Hûn dikarin tespît bikin? Na. Miwekîlê min ev demekî dirêj e hatiye girtin. Dixwazin tavilê were berdan.”
Endamên komeleyê yên negirtî tên darizandin û parêzerên wan jî xwestin ku şertê kontrola edlî were rakirin û daxwaza beraetê kirin.
Parêzer Huseyîn Bogatekîn jî got; “Li dijî kurdî helwestek hebû. Têgehên bi kurdî bi vekirî weke têgehên rêxistinê hatin nîşandan. Her wiha navê gundekî li Erûhê jî bû mijara sûc. Lewma jî ez dixwazim têkildarî navê gund ji Komeleya Erûhiyan re nivîs were şandin.”
Biryara berdanê
Dozger jî xwest ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin û tevdîra kontrola edlî bidome. Dozger, her wiha ji ber dema girtî ya Baran û qonaxa ku dosya gihiştiyê xwest ku Baran were berdan. Dadgehê jî piştî navberê biryara xwe da û biryara tehliyekirina Baran da. Her wiha dadgehê daxwaza yekkirina dosyayan û ya “lêkolînkirina malbatên nirxê” jî red kir.