15 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo Şerîfe Mûhammedî bang kirin

10 rêxistinên mafên zarokan ên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê kar dikin, ji bo rakirina cezayê darvekirinê yê li aktîvîsta mafên mirovan Şerîfe Mûhammedî hatiye birîn bang kirin.

10 rêxistinên parastina mafên zarokan ên li rojhilatê Kurdistan û Îranê ne, di derbarê erêkirina cezayê darvekirinê ku dadgeha Îranê li ser çalakvana mafên mirov Şerîfe Mihemedî biriye, daxuyaniyek hevbeş dan. Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ew daxwaza demildest û bê merc betalkirina cezayê darvekirinê yê ku li Şerîfe Mihemedî hatiye birîn dikin.

Rêxistinên mavan di daxuyaniya xwe de  van tiştan tîne ziman: “Karkirina ji bo dadperwerî, mafên mirov û piştgiriya bi zarokan re ne tawane. Dayîna cezayek bi vî rengî û bicihanîna wê li ser civak û çalakvanan gefe. Dayîna biryarek bi vî rengî ji bo jinek ku jiyana xwe ji bo xwedîkirina zarokan veqetandiye, bê bingehe. Em daxwaza jiyanek mirovane ji bo hemû kesî dikin, bêy ferq û cûdahî.”

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Di rewşekî ku civak rûbirûyê hejarî, neyeksanî û pirsgirêkên debarê dibin de, herî zêde zarok jê bandor dibin û pirsgirêkên çavkaniya jiyanî, pêşketin û piştgiyê ji bo wan kêmin. Xwezayiye ku wijdana hin kesên wek Şerîfe Mihemedî ji bo baştirkirina rewşa karker û zarokan têkoşîn bikin û daxwaza mafên wan bikin.”

Çi bûbû?

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 5ê Kanûna 2023yan de Şerîfe Mihemedî li mala xwe ya li bajarê Reşt ji aliyê hêzên ser bi wezareta Îtlaetê (îstixbarat) ve bêy fermana dadwer hate binçavkirin. Şerîfe Mihemedî şandin girtîgeha bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê. Li wê derê xistin hucreya yek kesî û di dema lêpirsînê de êşkenceya fîzîkî û derûnî lê hat kirin. Rê nehat dayîn li gel malbat û parêzerên xwe de hevdîtinê bike, piştre jî ji bo girtîgeha Lakan a bajarê Reşt hat veguhestin.

Doza Şerîfe Mihemedî ji aliyê şaxa yekem ya Dadgeha Şoreşê ya Reştê ve bi serokatiya Dadwer Mihemed Elî Derwêş Goftar ve hate lêkolînkirin. Di 4ê Tîrmeha 2024an de bi tometa (derketina dijî desthilatê) cezayê darvekirinê lê hat birîn. Di 16ê Tebaxa 2025an de jî ev ceza ji aliyê şaxa 39 ya Dadgeha Bilind ya Îranê ve bi temamî hate erê kirin.