19 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo şehîdên Helebceyê jiyan rawestiya

Di salvegera komkujiya Helebceyê li hemû bajarên Başûrê Kurdistanê jiyan sekinî. Li Rojhilatê Kurdistanê qurbaniyên Helebceyê bi bîr anîn

Beriya bi 37 salan li Helebceyê hêzên hewayî yên rejîma Saddam ezmanên Helebceyê bi jehrê nixumandin. Di nava çend saetan de sêdeyî 5 hezar kes bi rengekî hovane hatin qetilkirin û zêdeyî 10 hezar mirov jî birîndar bûn. Helebce beşek ji pêvajoya îmhayê bû: Di operasyonên Enfalê de yên navbera salên 1987 û 1988an de xwestin ku hebûna Kurdan ji holê bê rakirin. Bi hezaran gund xerakirin, derdora 200 hezar mirov bi rengekî hovane qetilkirin û cenazeyên wan avêtin gorên komî yên li çolê.

Weke her sal îsal jî gelê Kurd li bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê şehîdên Komkujiya Helebceyê bi çalakî û merasîman bi bîr anîn. Saet di 11:30î de ku di wê kêliyê de rejîma Baasê êrîşa kîmyewî bir ser Helebceyê, jiyan sekinî. Li bajarê Helebceyê merasîmên bîranînê destpê kirin ku wê sê rojan dewam bikin. Li gel daxuyaniyên siyasî her wiha wê çalakiyên hunerî, panel û semîner jî bêne lidarxistin.

Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê, bi wesîleya salvegera 37emîn a Komkujiya Helebceyê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di merasîmê de ji hikumeta Iraqê xwestin ku bi rengekî fermî lêborînê ji gelê Kurd bixwaze û tazmînatê bide mexdûrên êrîşa kîmyewî.

Komeleya Hêvî jî bi awayekî çalak cihê xwe di merasîma bîranînê ya şehîd û qurbaniyên Kîmyabarana Helebceyê de girt. Endamê Komeleya Hêvî Îbrahîm Mihemed li ser mijarê ji Rojnewsê re axivî û wiha got: “Îro em li vir li kêleka gelê Helebceyê ne. Em komkujiya Helebeyê û  hemû komkujiyên din ên li ser gelê me şermezar dikin. Weke rêxistin jî em her komkujiya li ku derê were pêkanîn şermezar dikin ku yek ji wan jî komkujiya li Xeza, şerê DAIŞ û Elewiyên li Sûriyeyê ye.”

Di dewama axaftina xwe Îbrahîm Mihemed diyar kir ku Helepce bi çekên qedexekirî yên kîmyewî hat bombekirin, lê hê jî li dijî Kurdan ev çek tê ceribandin û wiha domand: “Li gelek deverên Kurdistanê kîmyabaran berdewame. Divê em hemû vê yekê şermezar û rûreş bikin. Wek Rêxistina Hêvî em sersaxiyê ji Helebce û hemû malbatên şehîdan re dixwazin. Em hêvî dikin ku ev roj bibe bingehê pêngava aştiyê.”

Îbrahîm Mihemed her wiha qala peyama dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha got: “Xweşbextane ku peyama Rêberê gelê Kurd wê bibe dermanê birînên kûr ên gelê me li Helebce û hemû komkujiyên din ên li ser gelê Kurd. Wê xwîna hemû şehîdan vale neçe û gelê me wê bigihîje tevahî armancên xwe yên neteweyî.”

Her wiha li Rojhilatê Kurdistanê oldaran, şêniyan û zarokan şehîdên Helebceyê bi bîr anîn. Li bajarê Sineyê li bajarokê Sewlawayê merasîmek li gundê Tiflê lidarxistin û zarokan helbest xwendin.

Şehîdên Helebceyê li Rojhilatê Kurdistanê li bajarên Seqiz û Merîwanê jî bi bîr anîn.