28 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Ji bo sedsala nû pêwistî bi yekitiyê heye’

Endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Mulkiye Bîrtane der barê 2yemîn civîna xwe ya navborî ya ku li Silêmaniyê pêk anîn de got: “Me sedsalek gelek bi zilm û zordarî derbaskir. Êdî dem hatiye ku sedsala nû bibe sedsala azadiya kurdan û taybetî jî bibe sedsala azadiya jinên kurd.”

Em li ser xebatên Platforma Yekîtiya Jinên Kurd û  2yemîn civîna navberî ya yekîtiyê ku di 27ê îlona 2025an de li bajarê Silêmaniyê ya başûrê Kurdistanê hat lidarxistin û rola jinan a di yekîtiya neteweyî ya kurdan de bi endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Mulkiye Bîrtane re axivîn.

Mulkiye Bîrtane ya ku bi salan e ji bo yekîtiya jinên kurd û ji bo pêkanîna kongreya neteweyî xebatê dimeşîne, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser avakirina Platforma Yekîtiya Jinên Kurd û wiha got: “Her çiqas Platforma Yekîtiya Jinên Kurd di 2017an de hatibe damezrandin jî  xebatên wê bi salane didomin. Di 2010an de bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad ên Demokratîk (DOKH) xebatên Yekîtiya Jinên Kurd dabû destpêkirin. Di 2010an de jî konferansa Yekîtiya Jinên Kurd li Amedê hat lidarxistin. Demeke dirêj kete navebera xebatên yekîtiyê ev bêndengî heta 2025an domand. Piştî wan salên dirêj êdî bêdengî nedihat qebûlkirin. Ji ber vê yekê me di 2025an de di 21-22yê hezîranê de li Amedê konferansa xwe ya 3yemîn li dar xist û me plansaziya xwe ya serdema nû li ser esasê temayên ziman, çand û huner, tundiya li ser jinan û hwd. çêkir.”

Amadekariya konferansa 3yemîn

Mulkiye Bîrtane destnîşan kir ku Platforma Yekîtiya Jinên Kurd dê di meha çileya 2026an de 3yemîn konferansa xwe li dar bixe û wiha axivî: “Platforma Jinên Kurd a giştî îsal li Silêmaniyê civîna xwe ya 2yemîn a navborî çêkir. Bi rastî jî çavên me li rê bû ku konferansa 3yemîn a giştî ya jinan bê lidarxistin û plansaziya Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd bê kirin. Lewra konferansa 1emîn di 2010an, a 2yemîn 2012an û ya 3yemîn jî îsal dê bihata lidarxistin. Ez bawer im hin xebatên ku bên kirin hebûn, ji ber vê jî pêşniyarên ku di civînê de hatine kirin, dê di meha çile ya 2026an konferansa 3yemîn de werin lidarxistin.”

Mulkiye Bîrtane di axaftina xwe de bal kişand ser peymana ‘Qesrî Şîrîn’ a ku Kurdistan kir du parçe û ‘Peymana Sykes Picot’ ku Kurdistan kir çar parçe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di sedsala 18-19 û 20an de jî gelekî berbiçavan e ku gelek caran komkujî li ser kurdan pêk anîne. Herî dawî di 1925an de serhildana Şêx Seîd, komkujiya Dêrsimê, Geliyê Zîlan û Agiriyê gelek komkujî çêbûn. Lê her carê jî kurdan hewl daye ku li hember wan li ber xwe bidin û ji bo vê yekê serî rakirine. Di 1916an û 1918an de hewldanên kurdan çêbûne ku bikaribin yekîtiya xwe çêbikin. Lê belê ji bo yekîtiyê em bala xwe didine heta 1970an dibe ku bi awayekî veşarî hinek hewldan çêbibin, lê belê bi awayekî rêk û pêk çênebûne. Salên 70yî ji bo yekîtiyê hewldanên girîng çêbûne û heta dawiya 1980an ev berdewam jî kiriye. Piştî 80yî salên 1990î şûnve ev xebatên yekîtiyê ji ber zextên dewletê û polîtîkayên wan ên parçebûnê çênebûne. Lê hêjayî gotinêye ku di 2011an de bi beşdariya hemû partî, rêxistin û kesayetên kurdan Konferansa Yekîtiya Kurdan li Amedê hat lidarxistin. Lê mixabin di wê konferansê de encamekê baş ji bo yekîtiya kurdan nehat wergirtin. Di 2013an de lez hat dayîn ku ev xebatên yekîtiyê bên astekê û êdî Kongeraya Neteweyî ya Kurdan pêk were. Em vê yekê ji bo pêkanîna demokrasiyê girîng dibînin. Divê nêrînên cuda cuda li ser armancekê bên ba hevdu, em vê wekî bingeha demokrasiyê dibînin.”

Rola jin û ciwanan a di yekîtiya neteweyî de girîng e’

Mulkiye Bîrtane der barê rola jinan a di yekîtiya neteweyî de ev tişt anî ziman: “Me behsa konferansên dema borî kir, bi rastî jî bi hewldanên jinan û xebatên jinan ew konferans jî pêk hatibûn. Heta em dikarin bibêjin ku xebatên kongreya neteweyî jî li ser vê bingehê hatin kirin. Mînak; di 2010an de ku jinên kurd bi giştî konferansa xwe ya yekîtiyê çêkirin, bi jinan re ciwanan jî konferansa xwe ya her çar aliyê Kurdistanê çêkir, hiqûqnasan jî çêkir, tendûristvanan, enderzyaran jî konferansên xwe çêkirin. Ev konferans hemû jî piştî konferansa jinan wekî rêzekonferans hatin lidarxistin. Ev konferans hemû jî ji bo yekîtiya kurdan û avakirina Kongreya Neteweyî ya Kurdan bûn. Ji ber ku ji her çar parçeyên Kurdistanê gelek kes beşdarî wan konferansan bibûn. Bi rastî jî wan konferansan rê li ber gelek xebata yekîtiyê vekirin.

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur di nav Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk a Kurdan de cih digire. Partî û rêxistinên kurdan her çiqas hemû di nav yêkîtiyê de cîh negrin jî, ji bo tevlîbûnê ew hewldan didomin. Konferansa herî dawî ya Civaka Demokratîk û Jiyaneke Hevpar a Gel û Baweriyan ku vê hefteyê li Mêrdînê hat lidarxistin pir girîng e. Girîngiya vê yêkîtiyê çi ye? Her dema ku hewldanên ji bo yêkîtiyê çêdibin, bi her kes û her kurdekî re baweriyekê dide çêkirin, lê dema ku hewldanên ji bo yêkîtiyê tunebin şikandinekê jî dide çêkirin. Ji ber vê yekê divê ji bo Yêkîtiya Kongreya Neteweyî xebat bên meşandin. Ji ber ku di vê pêvajoya ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin, zext û êrîşên li ser gelan û baweriyan tên kirin, giringî û pêwistiya vê yêkîtiya kurdan rêzeya herî pêş de ye û êdî ferz bûye. Li Tirkiyeyê yan jî li dewletên ku kurd lê dijîn û parçe bûne, Irak, Îran û Sûriye demokratîk bibin divê di serî de statûya kurdan qebûl bikin. Heta ku ev yek qebûl nebe, bi rastî jî ti dewletek yan jî Rojhilata Navîn bila behsa demokratîkbûnê nekin. Ji bo wê jî kurd divê di serî de yekîtiya di nav xwe de çebikin. Pêkanîna Kongreya Neteweyî ya Kurdan wê bandoreke mezin li ser gelên din jî bike û wê li ser dewletan jî bike. Lê ku yêkîtî çênebe ti kes û tu dewlet wê giringiya kurdan nizanibe û qedir û qîmetê nede kurdan ev rastiyek e.”

‘Sedsala azadiya kurdan’

Mulkiye Bîrtanê di axaftina xwe de bal kişand ser sedsala nû û wiha dawî bi axaftina xwe anî: “Êdî dem hatiye ku ev sedsala nû bibe sedsala azadiya kurdan û bi taybetî jî ev sedsal bibe sedsala azadiya jinên kurd. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan hem di 2013an de û hem îsal jî dîsa nameyên ku herî dawî şandibûn ji aliyê partî, rêxistin û civaka kurdan ve bi kêfxweşî û şanazî hat pêşwazîkirin. Wê demê jî ji birêz Barzanî û birêz Talabanî re name şandibû ku bila Kongreya Neteweyî bicivîne. Ev hewldanên birêz Abdullah Ocalan moral û motîvazyoneke gelek mezin di nava civakê de da çêkirin. Lê belê ne pêkanîna Kongreya Neteweyî hewldanên ku nayên kirin, divê mirov li ser sedemên wê bisekine. Ji bo çi kongreya giştî pêk nayê? Çawa ku mafê her gelî yên xwe bi rêvebirinê heye, ev maf ji bo gelê kurd jî heye ku bi yekîtiyê bikaribin mafê xwe û azadiya xwe biparêzin. Ango Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraq çawa ku ji bo fars, ereb û tirkan mafê sereke dixwazin û xwe bi rê ve dibin û dewletbûna xwe dixwazin û diparêzin, mafê kurdan jî yên xwe birêvebirinê û fermîbûna statûyê heye. Lê şert û mercên îroyîn wê rê bide kîjan statûyê, bêguman divê ev jî di çarçoveya demokrasiyê de bê nîqaşkirin. Hemû partî û rêxistinên kurdan dibêjin yekîtiya kurdan lazim e. Yekîtiya kurdan çawa lazim e, bêguman ev jî bi pêkanîna Kongreya Neteweyî pêkan e. Hecî Qadirê Koyî di sedala 17emîn wiha gotiye: ‘Mîletê kurd bibe yek û were ba hev, eger hûn nebin yek serê we ji belayê xilas nabe.’  Ji ber vê yekê jî pêkanîna Kongeraya Neteweyî şert e. Li ser vê Kongereya Neteweyî gelê kurd dikare di nav Neteweyên Yekbûyî de jî cihê xwe bigirin û xwe temsîl bikin. Ji ber ku gelên ku bêdewlet in jî dikarin di nav wê de cih bigirin û xwe temsîl bikin û biparêzin. Ji ber ku di nav Neteweyên Yekbûyî de lijneyek heye ku ji wan re dibêjin gelên bêdewlet. Ango her milet dikare maf û azadiya xwe biparêze. Mesele îro gelê Filîstinê di bin êrîşên Îsralê de ye, dengê xwe di vê lijneya Neteweyên Yekbûyî de bilind kirin û di cîhanê de deng vedan. Ji ber vê yekê çawa ku ji bo jiyanê nan, av û hewa lazim e, ji bo azadiya kurdan jî Kongreya Neteweyî lazim e û heta divê jêveneger be. Lewra xetereya mezin li pêşiya me ye. Me sedsalek gelek bi zilm û zordarî derbas kir. Lê êdî dem hatiye ku ev sedsala nû bibe sedsala azadiya kurdan û bi taybetî jî ev sedsal bibe sedsala azadiya jinên kurd. Jixwe tam jî li vir ji bo pêkanîna Kongereya Neteweyî rol û mîsyoneke mezin dikeve ser milê jin û ciwanên kurd. Herî dawî dixwazim bi taybetî vê yekê bînim ziman, çawa ku bang li pêşengên kurdan tê kirin, ez jî dibêjim; ji bo yekîtiyê em bibin yek da ku sedsaleke din wenda nebe.”