28 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo rojnameger Ercumend Akdenîz biryara beraetê hat dayin

Di danişîna doza rojnameger Ercument Akdenîz de biryara tehliyeyê hat dayin.

Danişîna 2yemîn a doza rojnameger Ercument Akdenîz ku di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin, li 26emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê hat lidarxistin. Ercument Akdenîz û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn. Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş, gelek rojnameger, parastvanên mafan, nûnerên partiyên siyasî û siyasetmedaran jî doz şopandin.

Di danişînê de şahidan got ku Encument Akdenîz nas nakin, îfadeyên wan ên berê nayên bîra wan, bi naveroka îdianameyê nizanin û nebûne şahidê tu tiştekî.

Encument Akdenîz jî îdiayên der heqê wî de tên kirin û got ew rojnameger e. Encument Akdenîz, got ku ew HDKî nîne, HDK saziyeke fermî ye û daxwaza tehliyeya xwe kir.

Parêzer Ozcan Karakoç jî got êdî delîlekî li dosyayê zêde bikin tune ye û xwest ji mutalaayê re bê şandin.

Dozger jî got hêj mutalaa amade nîne û xwest Encument Akdenîz girtî bê darizandin.

Dadgehê, bi şertê kontrola edlî biryara tehliyeyê da û danişîn taloqî 10ê sibata 2026an kir.