Rojnameger Azîz Koyluoglû di 27ê Çileyê de li navçeya Ranyayê ya bajarê Silêmaniye yê Herêma Federe ya Kurdistanê ji hêla dewleta Tirk ve bi SÎHAyan hat kuştin. Ji bo Koyluoglû, malbata wî û Çapemeniya Azad li Amedê şîn danî. Şîn, li mala Şînê ya Pasûriyan a navçeya Rezanê hat danîn. Endam û rêveberên rêxistinên DEM Partî û DBPê yên bajar û navçeyan, parlamenterên DEM Partiyê, aktîvîstên TJAyê, MEBYA-DER û gelek welatî bi girseyî çûn serdana şînê. Serdanên şînê berdewam in û dê heta sê rojan bidome.