Rojnameger Ayşe Kara, di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatîbû destpêkirin de di 26’ê hezîrana 2020’an de hatibûn binçavkirin û piştî 3 rojan hatibû berdan.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” der barê rojnameger Kara de dozname amade kir û 10 sal ceza jê re xwest. Dozname ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.