7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo Rojîn Kabaîş li Zanîngeha Dîcleyê çalakî hat lidarxistin

Koma Alîgiran a Dîrenîşê ya Amedsporê, Komeleya Mavî Kelebekler û xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê xwestin mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin.

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê, Koma Alîgiran a Dîrenîşê ya Amedsporê û Komeleya Mavî Kelebekler têkildarî xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş ku 18 roj piştî windabûna xwe mirî hatibû dîtin, daxuyanî dan. Daxuyanî, li Navenda Kongreyê ya Zanîngeha Dîcleyê hat dayin û bavê Rojîn Kabaîşê Nîzamettîn Kabaîş, alîgirên Amedsporê û gelek xwendekar beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên “Mîna Narînê Rojîn jî xwişka me ye” û “Ji bo Rojînê edalet” hatin hilgirtin.

Endama Baskê Zanîngehê ya Komeleya Mavî Kelebekler Nîhal Koyuncu di daxuyaniyê de wiha got: “Ez dixwazim kujer an jî kujerên hevala me Rojîn Kabaîş tavilê bên girtin. Em dixwazin ku hûn bibin dengê me.”

Nûnera Koma Alîgiran a Dîrenîşê ya Amedsporê ya Zanîngeha Dîcleyê Rumeysa Ugurlu jî banga ronîkirina mirina biguman a Rojîn Kabaîş kir û wiha got: “Em bang dikin ku her kes ji bo malbata Rojînê bibe alîkar. Heta ku em hebin dê li her qadê vê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê heta dawiyê bibin her jineke ku mafê perwerde, jiyan û azadiyê ji destê wan hatiye girtin. Ev yek, peywira me ya esasî ye.”

Rumeysa Ugurlu, got ku weke Koma Alîgiran a Dîrenîşê ya Amedsporê dê piştgiriyê bidin malbata Rojîn Kabaîş û têkoşîna jinan û ev tişt anî ziman: “Em naxwazin cenazeyên jinan li qeraxên behran an jî di telîsan de bên dîtin. Em dixwazin jin weke hîmê sereke yê civakê rêz jê re were girtin. Ji îro û şûnde em ê piştevaniya xwe ya ji bo malbata Rojînê zêde bikin. Dê li her qadê bibin dengê Rojînê. Em soza xwe ya me daye apê Nîzametîn careke din bi bîr dixin û weke Koma Dîrenîşê em ê bibin dengê Rojînê.”

Bav Nîzamettîn Kabaîş jî got ku nikare êşa keça xwe ji bîr bike û wiha axivî: “Ez bi hêvî bûm ku Rojîn di wan 18 rojan de were dîtin lê mixabin qetil kirin û weke ku întîhar kiribe cenazeyê wê avêtin ber behrê. Zanîngeha Wanê û wargeh xwedî li keça min derneketin. Heke zû mudaxila bikirana dibe ku Rojîn niha sax bûya. Rojîn ji jiyanê hez dikir û ne keseka wisa bû ku xwe bikuje.”