26 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo Rojîn Kabaîş banga lêpirsîneke bi bandor kirin

Saziyên jinan ên Wanê di çarçoveya kampanyaya “Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin” de têkildarî ronînekirina kuştina Rojîn Kabaîşê daxuyanî dan û gotin: “Pir girîng e ku lêpirsînek bi bandor, bilez û zelal a doza Rojîn Kabaîş were meşandin.”

Li Wanê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan a Star, Komeleya Mafên Mirovan û Medyayê (ÎHAMED) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) di çarçoveya kampanyaya “Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin” de têkildarî ronînekirina kuştina Rojîn Kabaîşê meşek li dar xistin. Jin, ji kampûsa Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) heta qeraxa zanîngehê ya Rojîn lê winda bibû meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Rojîn Kabaîş serhildana me ye” û “Rektor îstîfa bike” hatin berzkirin. Dî meşê de pankartên “Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin”, “Edalet ji bo Rojînê, çi bi serê Rojînê hat?” û “Em ê kesekî din winda nekin” hatin vekirin û dowîzên “Veşartina rastiyê hevkariya sûc e” hatin hilgirtin. Rêxistinên civakî yên sivîl û xwendekarên zanîngehê jî beşdarî meşê bûn. Piştre li qeraxa Rojîn lê winda bibû daxuyanî hat dayîn. Metna daxuyaniyê endama Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê Ozlem Metîn Engîn xwend.

Ozlem Metîn Engîn, diyar kir ku ew ê lêpirsîna Rojîn Kabaîşê bi baldarî û biryardarî bişopîn in da ku her aliyekê ve lêpirsînê ronî bikin û wiha got: “Siyaseta demdirêj a bêcezahiştinê di dozên tundiya li dijî jinan û kuştina jinan de li Tirkiyeyê dibe sedema parastina sûcdaran, xelatkirina wan. Ev jî rê li ber kêmkirina cezayan û neparastina mafê jiyanê yê jinan vedike. Bi heman awayî, taloqkirina doza Rojîn Kabaîşê, neparastina delîlan û raya giştî agahdar nekirin têra xwe nîşaneyên vê siyaseta bêcezahiştinê ne. Parastina mafê jiyanê yê jinan erka herî bingehîn a dewletê ye. Ji ber vê yekê, pir girîng e ku lêpirsînek bi bandor, bilez û zelal ser doza Rojîn Kabaîş were meşandin, siyaseta bêcezahiştinê bi dawî bibe û sûcdar werin darizandin.”

Piştî daxuyaniyê, jinan belavokên têkildarî meşa girseyî ya ji bo Rojîn Kabaîşê ku dê di 27ê Îlonê de li Wanê were lidarxistin, belav kirin.