Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê di 4ê kanûnê de ragihandibû ku endama YJA-STARê Rojbîn Sonmez (Dilzar Rêber Andok) di 31ê cotmeha 2025an de li herêma Qendîlê di dema perwerdeyê de di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest daye. Malbata Rojbîn Sonmez û MEBYA-DERa Amedê li eywaneke dawetê ya li navçeya Rêzan a Amedê ji bo Rojbîn Sonmez bi bîr bînin mewlîd da. Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî di nav de gelek kes tev li bernameya bîranînê bûn.
Di bernameya bîranînê de ku mewlîd lê hat xwendin ji bo hemû kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hat girtin û sirûda çerxa şoreşê hat berzkirin. Paşê jî girseyê dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ berz kir. Bi dû re sînevîzyona ku qala jiyan û têkoşîna Rojbîn Sonmez dikir hat nîşandan.
