Di pêvajoya ku Tirkiye çû hilbijartinê de li herêmê geşedanên balkêş qewimîn. Cara yekemîn di navbera Tirkiye û rejîma Sûriyeyê de di asta wezîrên karên derve de hevdîtineke çaralî (Rûsya-Îran) pêk hat.
Piştî vê hevdîtinê Yekitiya Ereban bi beşdariya serokê rejîma Sûriyeyê Beşar Esad û Serokwezîrê Ûkrayna Volodîmîr Zelenskî li hev civiyan. Her wiha piştî van geşedanan Deriyê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojava de hat girtin û Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ji aliyê artêşa Iraqê ve hat dorpêçkirin. Endamê Lijneya Startejîk a HDP’ê Civaknas Azad Bariş, pirsên rojnameya me yên der barê van mijaran û bandora wan a li kurdan û herêmê de bersivand û bersivên wî wiha ne;
Piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê di navbera Tirkiye û Rejîma Sûriyeyê de cara yekemîn di asta wezîrên karên derve de hevdîtineke çaralî (Rûsya û Îran) pêk hat. Di vê pêvajoya ku Tirkiye çû hilbijartinan de lidarxistina civîneke bi vî rengî hûn çawa dibînin?
Em bînin bîra xwe; di destpêkê de şerê navxweyî yê Sûriyeyê bi rêbazeke demokratîk dest pê kiribû. Bi nimûyişan, protestoyên sivîl li dijî rejîmê nerazîbûn hatibûn nîşandan. Lê ev çalakiyên sivîl nehatin xurtkirin û ew protesto û xwepêşandan her ku çû radîkalîze bûn. Hêzên herêmê û navneteweyî jî daxilî şerê navxweyî yê Sûriyeyê bûn. Ji bo wê jî wextê em îro hem rewşa Sûriyeyê, hem rewşa kurdan û bandora geşedanên wir ên li herêmê binirxînin, divê em faktora hêzên navneteweyî piştguh nekin. Ji ber ku şerê li Sûriyeyê êdî ji sînorên Sûriyeyê derketiye.
Di vê çarçoveyê de, piştî şerê Kobaniyê, li Sûriyeyê pozîsyona hêzên navneteweyî û herêmê guherî. Ji ber ku di navbera kurdan û hêzên rojavayî de hevsengeke nû çêbû, têkiliyên herêmî û aktorên navneteweyî guherîn. Rûsya jî bi awayekî leşkerî daxilî qadê bû û gelek tişt guherandin.
Ji ber vê hevsenga nû, ji sala 2015’an ve em dizanin ku bi pêşengiya Rûsyayê di navbera Tirkiye, Îran, Sûriyeyê de hin hevdîtin hatin û tên kirin. Bi taybetî li Astana û Soçiyê bi dehan civîn, hevdîtin hatin kirin û peyman hatin dayîn. Dema mirov bi giştî li naveroka wan civîn û peymanan binihêre, mirov dibîne ku stratejiya sereke ya wan her çar dewletan, bi hinceta parastina yekparebûna axa Sûriyeyê, qelskirin, bêbandorkirin û tekbirina hêza kurdan e.
Ez wisa dibînim ku di serdema nû de siyaseta Tirkiyeyê ya Sûriye-Rojava wê li ser du xetan ava bibe. Yek, sînorkirin an tunekirina hêza kurd, du bicihkirina penaberan bi alîkariya hêzên navneteweyî li herêma kurdan. Li ser van her du mijaran konsensûseke mezin heye li nav dînamîkên Tirkiyeyê jî. Lê wê rejîmê çawa îqna bikin em nizanin. Ji bo wê jî piştî hilbijartinê li qada Sûriye û Rojava, ihtimala çalakbûna dînamîkên şer û pevçûnê jî heye mixabin. Encamên hilbijartinan jî riya vê yekê vedikin. Divê hevdîtin di vê çarçoveyê de jî bên nirxandin.
Weke ku hûn jî dizanin ev civîn ne civîna destpêkê ye, di dawiya sala 2022 û destpêka sala 2023’yan de jî di astên cuda de di navbera Tirkiye û Rejîma Sûriyeyê de hevdîtin hatin kirin. Piştî dijberiyeke dijwar armanca Tirkiyeyê û rejîma Sûriyeyê ya ji van hevdîtinan çî ye?
Belê, weke hûn jî diyar dikin, ev civînên ku îro di asta wezîrên karên derve de tên kirin encama hevdîtinên veşarî yên bi salan e. Di navbera rejîma Sûriye û Tirkiyeyê de hevdîtin di asta îstixbaratê de her tim hebûn. Di hevdîtina wezîran de hem xalên hevpar û konsensûsek hebû, hem jî di hin mijaran de nakokî û îxtilaf hebûn.
Rejîma Sûriyeyê û Tirkiye di mijara Rojava û kurdan de xwedî armancên hevpar û stratejîk in. Sînorkirin, tunekirin û hilweşandina hêza kurdan armancên sereke ne. Lê di mijara cîhadîstên li herêmên Efrîn, Idlib, Girê Spî, Serêkaniyê îxtilaf û nakokiyên her du aliyan jî hene. Tirkiye hem dixwaze kurdan bê bandor bike hem jî desthilatî û serweriya xwe ya li ser cîhadîstan dewam bike.
Rejîm hem dixwaze kurdan û cîhadîstan bê bandor bike hem jî bêbandorkirina kurdan nebe sebeb ku cîhadîst ji bo wê bibin xetereyeke mayînde û esas. Rûsya dixwaze her du aliyan jî di xalên maqûl de razî bike û bi hevanîna her du aliyan bandora kurdan û di esasê de hêzên rojavayî; Amerîka û Ewropayê bişikîne.
Dema mirov îro li rewşa Tirkiyeyê dininêre, mirov dibîne ku mijara penaberan, weke mijareke siyasî û civakî wê ji îro şûnde jî bandorê li ser geşedanên Tirkiye û Sûriyeyê bike. Tirkiye dixwaze cihê ku kurd lê serwer in bi dest bixe, penaberan li wir bi cih bike û wê derê bixe kontrola xwe. Ji bo wê jî dema mirov li naveroka hevdîtinên dawî yên di asta wezîrên karên derve de dinihêre, mirov dibîne ku xalên esas weke “normalîzekirina têkiliyan”, “têkoşîna li dijî terorê”, “vegera penaberan bo Suriyeyê” “yekparebûna axa Sûriyeyê” derdikevin pêş.
Heke hûn armanca her du welatan jî li ber çav bigirin, pêkan e ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku gelek welatan dest lê werdaye bi civînên bi vî rengî bi dawî bibe û ji pirsgirêkên li welat re çareserî bê dîtin?
Li gorî rewşa îro ya Sûriyeyê çareseriyeke mayînde, bidawîkirina aloziyan gelek zehmet xuya dike. Ji ber ku di gelek mijaran hem îxtilafên bingehîn hene hem jî dînamîkên nû derketine holê. Ji bo wê jî di serdema nû de qada Sûriye û Rojava ihtimaleke mezin wê dîsa aloz û çalak be. Di vê serdemê de rewşa kurdan û çarenûsa wan jî wê careke din bikeve rojevê. An destkeftiyên heyî wê ji dest biçin an jî rewşa wir wê bigihêje asta naskirineke navneteweyî, statûyeke hiqûqî. Ji bo çareseriyê pîvanên bingehîn ev in lê ez ne bawer im ku rastiya herêmê di wextekî nêzik de rê li ber çareseriyeke mayînde û siyasî veke. Ev hevdîtin jî bi heman rengî nikarin çareseriyeke bingehîn û mayînde bi xwe re bînin. Di esasê de eger komkujiyên mezin neyên pêkanîn, yekane riya çareseriyê naskirina desthilatiyeke siyasî ya nû ye ku tê de hemû pêkhateyên Sûriyeyê hene. Lê mixabin çareseriyeke bi vî rengî niha dûr xuya dike.
Yanî mirov dikare bibêje ku çawa ji bo Tirkiyeyê piştî hilbijartinan rûpeleke nû wê vebe, bi heman rengî ji bo Sûriye û Rojava jî qonax û rûpeleke nû dest pê dike. Encamên hilbijartinê jî rê li ber vê qonaxê vedike…
Li gorî şopandinên we di van civînan de ji bo kurdên Rojava pêşerojeke çawa tê plankirin?
Dema mirov li naveroka wan civînên Tirkiye, Sûriye, Îran û Rûsyayê dinihêre, mirov dibîne ku ev hêz bi tu awayî hebûna desthilatiyeke siyasî ya kurdan naxwazin, qebûl nakin. Têkiliyên ku kurdan bi hêzên Rojava re ava kiriye, bi her awayî van hêzan dike yek û armanca wan hevpar dike. Ji bo wê jî bêbandorkirin û tunekirina hêz û destkeftiyên kurdan, di heman demê de tunekirina hebûn û hêzên rojavayî ye jî.
Bi her awayî rewşa kurdên Rojava, girêka herêmê ye. Aloziyên ku li herêmê kûr dibin di esasê de xwe dispêrin rewşa kurdan. Kurd wê destkeftiyên xwe biparêzin an wê bi temamî têk biçin… Di vir de helbet em dizanin arman, têkbirina destkeftiyên kurdan e. Lê eger destkeftiyên Rojava bên tunekirin, wê demê Şengal jî di nav de bandora wê dê li ser Başûr jî çêbe. Destkeftiyên kurdan wê bi awayekî giştî bibin hedef. Di nav van hevsengan de kurdên Rojava heta niha ligel windahiyan dîsa jî hebûna xwe parastin. Di asta herî jêr de serederî bi van dînamîkên herêmî û navneteweyî re kirin. Potansiyela kurdan a birêvebirina vê pêvajoyê hîn jî zêde ye.
Ji bilî hevdîtinên xwe yên bi Tirkiyeyê re ji destpêkirina şerê navxweyî ve rejîma Sûriyeyê cara yekemîn tev li civîna Yekitiya Ereban bû. Balkêş bû Serokwezîrê Ûkrayna Volodîmîr Zelenskî jî tev li vê civînê bû. Bi van her du beşdarbûnan çi peyam hat dayîn?
Belê rejîma Sûriyeyê 12 sal berê ji Yekîtiya Ereban hatibû derxistin. Weke me di destpêkê de jî diyar kiribû, şerê navxweyî yê Sûriyeyê îro êdî mijareke herêmî û navneteweyî ye. Ji bo wê jî geşedanên herêmî û navneteweyî bandora xwe li ser wê dikin. Piştî ku Rûsya weke fiîlî daxilî şerê navxweyî yê Sûriyeyê bû, gelek dînamîk jî guherîn. Ji bo wê jî di nav Yekîtiya Ereban de hin dewlet dixwazin ku şerê Sûriyeyê bi awayekî siyasî bê çareserkirin. Her wisa rejîma Sûriyeyê dikare weke aktorekî bê dîtin jî. Tundbûna li hemberî rejîmê qels û nerm dibe. Daxilbûna Yekîtiya Ereban, temaseke îndîrekt e bi Amerîka û Ewropayê re. Mirov dikare vê geşedanê bi vî awayî binirxîne.
Li aliyê din jî Serokwezîrê Ûkraynayê Volodomîr Zelenskî jî tev li civîna dawî ya Yekîtiya Ereban bû û axaftinek kir. Axaftina Zelenskî, bangewaziya wî ya li dewletên ereb jî weke naverok balkêş bû. Zelenskî bi taybetî bal kişand ser serweriya Rûsyayê ya li ser dewletên ereb. Ji bo wê jî axaftina Zelenskî li civîna Yekîtiya Ereban careke din nîşan dide ku şerê li Ûkraynayê bi her awayî wê bandorê li ser geşedanên herêmê bike. Di vir de rewş û pozîsyona dewletên ereb jî wê gelek girîng bibe. Hêzên herêmî û navneteweyî pozîsyona xwe qayîm dikin…
Bi hevdîtinên Tirkiyeyê yên bi rejîma Sûriyeyê û civîna Yekitiya Ereban re Deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûr de hat girtin û ji aliyê hikumeta Iraqê ve tê xwestin ku Wargeha Mexmûrê bê dorpêçkirin. Li gorî we eleqeya van civînan bi van her du geşedanan re heye?
Di navbera rejîma Sûriyeyê, Bexda, Tehran û Enqereyê de di mijara rewşa kurdên Rojava de konsensûsek heye. Û mirov dikare bibêje ku rêveberiya Başûr jî di nav vê konsensûsê de ye. Ligel hemû alozî û nakokiyan Deriyê Sêmalka pireke danûstandinê bû di navbera Rojava û Başûr de. Girtina wî deriyî nîşan dide ku ew têkiliya heyî jî bi awayekî sembolîk hatiye qutkirin.
Di girtina Deriyê Sêmalke de ihtimaleke mezin e ku bandora Tirkiyeyê zêdetir çêbûbe. Ji ber ku Tirkiye ev demeke dirêj e dixwaze ku ew derî bê girtin. Lê Amerîka û hêzên navneteweyî jî heta niha her tim xwestin ku têkiliyên Başûr û Rojava hebin, Deriyê Sêmalka her tim vekirî bimîne. Sêmalka ne tenê ji bo kurdan, ji bo Amerîka û hêzên rojavayî jî deriyê danûstandin û navendeke lojîstîk bû.
Bi girtina Deriyê Sêmalka re me dît ku hêzên leşkerî yên Iraqê 10 roj in Mexmûr dorpêç kirine, dixwazin kampê bi têlan îzole bikin an vala bikin. Dorpêçkirina Mexmûrê, êrîş û zextên li wir nîşan didin ku Bexda weke Deriyê Sêmalkayê, di mijara Mexmûrê de jî li dijî pozîsyona Neteweyên Yekbûyî tevdigere. Di mijarên herêmê de alozî û nakokiyan zêdetir dike.
Mijara Rojava, bi her awayî bi geşedanên Başûr re eleqedar e. Girtina Deriyê Sêmalka, dorpêçkirina kampa Mexmûrê, rewşa Şengalê hemû bi hev re eleqedar in. Dixwazin bi her awayî têkiliya Başûr û Rojava qut bikin û parçe bi parçe serweriya xwe ava bikin. Di rojên pêş de ev xet û aloziyên li wir jî wê zêdetir bibin rojev.
Azad Bariş kî ye?
Di sala 1969’an de li gundê Zewra yê navçeya Wêranşar a Rihayê ji dayik bûye. Di zarokatiyê de malbata wî koçî Ewropayê dike û li Almanya bi cih dibe. Li vir perwerde dibîne û di beşên civaknasî û felsefeyê de doktara dike. Di qada navneteweyî de gelek xebatên çandî dimeşîne û di gelek projeyan de cih digire. Herî dawî jî di HDP’ê de dest bi siyasetê dike û dibe Alîkarê Hevserokên Giştî û Endamê Lijneya Startejîk a HDP’ê. Di hilbijartinên 14’ê gulanê de jî bû namzetê Partiya Çepên Kesk ê Amedê.