Li Îranê 16 rêxistinên mafên mirovan, ji bo ku biryara darvekirina 85 Belûciyan neyê pêkanîn, daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Rêxistinan destnîşan kir ku pêwîst e hem hêzên navnetewî hem jî herêmî, tavilê li hember darvekirinê bikevin nav liv û tevgerê û wiha gotin: “Li Komara Îslamî ya Îranê bi taybetî li hember kêmnetewên etnîkî û olî cezayê mirinê gelek caran û bi awayek cudaxwaz tê bikaranîn. Ev jî mirov dike nav fikaran. Ev demeke dirêj e ku civaka Belûc rastî cudaxwaziya cewherî û sîstematîk tê. Ev civak niha ji her gavê zêdetir bûye hedefa pêvajoyên daraza kêfî û bêedaletî.”
Hat diyarkirin ku ev 85 Belûc ji derfetên darizandina adilane bêpar hatine hiştin û nikarin bighên parêzerên xwe jî.
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li gor raporên pêbawer ên herêmî û navnetewî, 85 girtî nekarî bighên parêzerek, ji mafê darizandina adilane bêpar mane û li ber darvekirinê ne. Bicîhanîna van cezayan ne tenê mînakek aşkera yê bêdaraziyek mezin e, di heman demêde peyama zext û bêedaletiyekk mezin a ji bo hemû kêmnetewên li tevahiya welat e jî. Di şertên wiha de ceza bên pêkanîn, ev dê bê wateya binpêkirina mafê jiyanê. Her wiha Hevpeymana Navnetewî ya Têkildarî Mafên Medenî û Siyasî jî di nav de berpirsyariyên navnetewî yên Îranê jî.
Lewma jî, em bang li Mekanîzmayên Taybet ên NYyê, bi taybetî jî Raportêrê/a Taybet ê Îranê dikin ku van tiştan bikin;
“* Tavilê bi rayedarên Komara Îslamî ya Îranê re têkilî deynin û daxwaza rawestandina van înfazan bikin.
* Derbarê pêvajoyên darizandina 85 girtiyan û rewşa wan a niha de zelaliyek bê kêmasî bixwazin;
* Bang bikin ku cezayê mirinê yê di rewşên darizandina ne adilane de hatine dayîn, tavilê bê rakirin û moratoryum bê pêkanîn.
* Dem girîng e. Em bang li Neteweyên Yekbûyî, mîsyonên dîplomatîk û civaka sivîl jî di nav de hemû aktorên mafên mirovan ên navnetewî dikin. Ji bo ku ev trajediya mirovane bê rawestandin, bi awayek lezgîn û koordîneyî bikevin nav liv û tevgerê.”
Saziyên ku îmze dane, ev in: “Kampanyaya Aktîvîstên Belûc (BAC), Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê, Navenda Parazvanên Mafên Mirovan, Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, Navenda Dokumantasyona Mafên Mirovan a Îranê, Yekîtiya Ji Bo Îranê, Li Hember Înfazan Koalîsyona Hevgirtinê ECPM, Komeleya Mafên Mirovan a Gelê Azerbaycana li İran-Ahrazê, Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, Li Îranê Mafên Ji Bo Hemû Mirovan, Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, Kurdpa, Malpera Shivar, Weqfa Siamak Pourzand, Koma Mafên Mirovan a Belucistanê, Rêxistina Mafên Mirovana Ahvazê.”