12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo rastî ronî nebe qedexe dikin

Ji parêzerên Buroya  Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica destnîşan kir ku şertên agahînegirtinê rewşa “tecrîd”, “cezayê dijmirovî” ye got: “Naxwazin fikr û felsefeya Birêz Ocalan bigêje civakê û mirov  rastiyan fêr bibin.”

Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de di bin tecrîdeke giran de ye, ji 25’ê Adara 2021’ê heya niha tu agahî nayê girtin. Ligel vê li Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Îmraliyê 6 mehên din jî qedexeya hevdîtina bi parêzeran re anîn.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo hevdîtin pêk bê serî li Dadgeriya Înfazê ya 2’yan a Bûrsayê dan. Parêzer, piştî serlêdanê pê hesiyan ku di 3’yê gulanê de li muwekîlê wan 6 meh cezayê hevdîtina bi parêzeran re hatiye birîn. Parêzeran der barê sedema ceza de tu agahî bi dest nexistin. Îtirazên der barê biryara navborî de hatin redkirin. Di 8 salan de herî kêm 13 caran biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran û malbatan re hatiye dayîn.

Têkildarî mijarê ji parêzerên Buroya  Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica destnîşan kir ku şertên agahînegirtinê rewşa “tecrîd”, “cezayê dijmirovî” û “mumameleya der mirovî” derbas dike û fikara mirovan pir zêde dike. Rezan Sarica anî ziman ku ev rejima awarte, bi rê û rêbazên li dijî hiqûqê û ne rewa tev digere û wiha got: “Dema bi tu awayî agahî ji girtiyan neyê girtin, mirov dikare bibêje ev tepisandine. Qedexekirina dawî ya hevdîtina bi parêzeran re, wekî biryarên berê ku li pey hev hatin dayîn, nîşan ku dê rewşa agahînegirtina ji Îmraliyê bidome. Ev tê wateya ku dê îşkence û tecrîda li Îmraliyê bê dewamkirin.”

Rêzan Sarica anî ziman ku wan gelek caran ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê, îdareya Îmraliyê û dadgehê da û wiha axivî: “Em di 3’yê gulanê de fêr bûn ku hevdîtina parêzeran qedexe kirine.  Em ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin. Ji xeynî qedexeya hevdîtinê em nizanin bi xala kîjan zagonê ev biryar girtine. Em nizanin li gorî kijan delîlan ev biryar girtine. Em naveroka dosyayê nizanin. Delîl hene yan tune em nizanin.”

Sarica da zanîn ku biryar li dijî venêrtinê û bêyî wan dane û wiha berdewam kir: “Beyî em tevlê bibin ev biryar girtin û xistin meriyetê. Mixabin li Îmraliyê dadgeh li ser navê hiqûqê tiştekî nakin. Li gorî zagonan divê parêzer û dozger bi qasî hev karibin xwe bigînin naveroka dosyayê. Lê ji ber dadgehê bêalî û serxwebûna xwe ji bîr kiriye, pêvajoya dozê û darizandinê ji me vedişêre. Ev rewş rê li pêş îşkenceyê vedike û dihêle ku rayedar erka xwe xerab bikar bînin. Wan teşwîqî sûc dikin. Dema em kesên sûc kirine gilî dikin, merciya ku em gilî lê bikin ew jî heman sûcî dikin. Em sûcdaran li sûcdaran gilî dikin. Sûcdaran ceza nakin û binpêkirina mafan bi dawî nakin.

Rêzan Sarica bibîr xist ku ev ne biryarek yekemîn e û ne jî dawî ye û wiha bi dawî kir: “Du aliyên vê pêvajoya tarî hene: Yek jê dixwazin biryarên ku ne rewa û ne li gorî zagonan, ronî nebin. Naxwazin bê zanîn ku rejîma Îmraliyê li dijî hiqûqê ye. Aliyê din jî naxwazin fikr û felsefeya Birêz Ocalan bigêje civakê. Naxwazin fikrên wî bigêje mirovahiyê û mirov  rastiyan fêr bibin. Rejîma îmraliyê naxwaze rastî ranî bibe. Ku ev bi ser bikeve, dê hilbijartin û Destûra Bingehin bibe çîrok. Ji ber ku Rejîma Îmraliyê bi qasî li dijî hiqûqê ye, ew qas li dijî jiyan û civakê ye jî. Rêya herî diyarker a pergala civakî ku li ser hiqûqa xwe dispêre esasê qebûlê û ji bo xwe bigihîne ruh û hişekî demokratîk; divê pergala Îmraliyê ji aliyê her kesî ve bê zanîn. Ji bo wê jî divê Birêz Ocalan di şertên azad de bijî û aştiya civakî pêş bikeve.”