22 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo rabûna tecrîdê û girtiyên nexweş bang kirin

Nûnartiya OHDê ya Semsûrê û TUAYDERê li Semsûrê banga berdana girtiyên nexweş kirin û xwestin mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên başkirin.

Nûnertiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Semsûrê û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAYDER) li pêşiya edliyeyê têkildarî girtiyên nexweş daxuyanî dan. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Parastina jiyanê avakirina aştiyê ye” hate hilgirtin.

Rêveberê TUAYDERê Nacî Korkmaz daxuyanî xwend û got: “Raporên bijîşk û nexweşxaneyên bi sedan girtiyên nexweş tedawî dikin, heta ji hêla ATKê ve neyên erêkirin derbasdar nabin û ATKê ev mijar xistiye bin serweriya xwe. ATK ne saziyeke serbixwe û bêalî biryaran dide ye. Têkildarî girtiyên nexweş di mewzûatan de tu guhertin nayên kirin, di mijara taloqkirina cezayê girtiyan de cihêkarî tê kirin, girtiyên nexweş xwedî derfetên baş ên tedawiyê nînin û pêvajoya tedawiyê veguherîne cezayeke cuda. Di vê mijarê de berpirsyartiya îdareyên girtîgehan û wezaretê tê de heye.”

Korkmaz, da zanîn ku li Girtîgeha Tîpa T a Akaçadagê, Girtîgeha Hejmar 1-2 ya Tîpa L ya Turkoglûyê û Girtîgeha tîpa L a Semsûrê 4 jê rewşa wan giran bi giştî 7 girtiyên nexweş hene û wiha domand: “Divê astengiyên li pêşiya tedawîkirina girtiyên nexweş bên rakirin. Divê daxwaza wan a taloqkirina înfazê were qebûlkirin û tavilê bên berdan. Hewceye girtiyên rewşa wan giran e yekser bên berdan û biryarên taloqkirina înfazê ji hêla lijneyên tenduristiyê yên serbixwe ve bên dayin. Divê ATK tekane otorîte nebe. Li Girtîgeha Tîpa T a Akçadagê û Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa L a Turkoglûyê tehliyeya bişert a 3 girtiyan hate astengkirin. Divê dawî li sepanên keyfî yên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bê anîn.”

 ‘Pergala tecrîdê ya Îmraliyê rakın’

Bi domdarî Korkmaz bana dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û axaftina xwe wiha qedand: “Sepana tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan, ne tenê binpêkirina maf a şexsî ye; li pêşiya pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê û pêvajoya aştiyê jî astengî ye. Ji bo ev bang cihê xwe bigire, divê pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bê rakirin û mercên birêz Ocalan bên başkirin ku ji aştiya civakî re sûdewer bibe. Divê sepanên keyfî û cihêkar ên li girtîgehan bên bidawîkirin. Em bang li raya giştî dikin ku li dijî van binpêkirinên li girtîgehan dengê xwe bikin û piştgiriyê bidin têkoşîna dewleta hiqûqê ya demokratîk”.