Tirkiyeyê di 20’ê adarê de biryaya vekişînê ya ji Peymana Stenbolê da. Di 10’ê nisanê de jî hat îlankirin ku dê Tirkiye di 1’ê tebaxê de bi awayek fermî ji peymanê vekişe.
Gelek hiqûqnas, kes, saziyên civakî û partiyên siyasî ji bo biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê serî li Şûreya Dewletê dabûn. Daîreya 10’emîn ya Şûreya Dewletê li ser van serîlêdanan biryar girt û xwest serokwezîrtî li ser betalkirina peymanê parastina xwe bişîne.
Şûreya Dewletê ji serokwezirtiyê xwest ku bila di parastina xwe de diyar bikin ku bi kîjan esas û usûlê ji peymanê vekişiya ne. Piştî parastina serokwezîrtiyê wê daîreya 10’emîn a Şûreya Dewletê pêşî der barê betalkirinê de biryara xwe bide û li dû wê jî biryara vekişînê dê bê biencamkirin.
Li ser rojeva Peymanê ji gelek sazî û dezgehan jî nerazîbûnên xwe anîn ziman û daxuyanî hatin dayîn. Bi boneya salvegera 10’emîn ya Peyamana Stenbolê 78 baroyan daxuyaniyeke hevpar bi raya giştî re parve kirin û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em dubare bi lêv dikin, em ê dev ji Peyman Stenbolê bernedin û têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev Biryarnameya Serokkomariyê ya ji bo vekişandina ji peymanê li dijî Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyî ye û wiha hat gotin: “Peymana Stenbolê peymaneke afrîner e û em bi tu awayî dev jê bernadin, em ê têkoşîna me ya hiqûqî jî dê bidome.”
Baroyan piştî daxuyaniya hevpar bang li rayedaran kirin ku divê ew biryara xwe ya vekişandinê betal bikin.