Ji bo balê bikişînin ser rewşa parêzvanên mafên mirovan ên jin ên li Îranê cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, çalakiya şeşemîn a xwepêşandanên “Na ji darvekirinê re ya roja Şemiyê” hat lidarxitin. Di çarçoveya çalakiyê de ji bo Peşxan Ezîzî ya ku biryara darvekirinê lê hatiye birîn, kampanyayeke îmzeyan a navneteweyî hate destpêkirin.
Beşdaran li hemberî polîtîkayên zordar ên dewletê yên li Îranê agahî dan raya giştî û banga piştevaniyê kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê biryarên têkildarî Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî tavilê bêne betalkirin.
Di axaftinên li çalakiyê de hate ragihandin ku ev biryar adîl nîne û binpêkirina mafên mirovan e. Her wiha hate gotin, rîska darvekirinê li hemberî Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî heye û hate xwestin ku biryara cezayê darvekirinê tavilê bê betalkirin. Di çalakiyê de ji bo pêkanîna edaletê bang li her kesî hate kirin ku dengê xwe bilind bikin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Pexşan Ezîzî di 4’ê Tebaxa 2023’yan de li Tehranê hatibû binçavkirin. Di 11’ê Kanûnê de biryara girtina wê hate dayin û 23’yê Tîrmeha 2024’an ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve cezayê darvekirinê lê hate birîn. Ev biryar di 8’ê Çileya 2024’an de ji aliyê Konseya Dadgeriya Bilind a Îranê ve hatibû erêkirin. Gefeke cidî li ser jiyana Pexşan Ezîzî heye.