Kampanyaya Azadî ji bo Pexşan Ezîzî der barê îmzeyên ji bo rakirina cezayê darvekirinê yên ji bo rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî hatine komkirin de, agahî belav kir. Li gorî kampanyayê, ji bo rakirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî, heya niha 413 hezar û 500 îmze hatine komkirin û îmzevanan ji bo serokê dadweriya Îranê Xulam Mihsîn Muhsînî name şandine. Di nameyan de ji serokê dadwer hatiye xwestin ku cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî were rakirin û demek ji ya din zûtir Pexşan Ezîzî were berdan.
Hêjayî gotinê ye rojnamevan û aktîvîsta Kurd Pexşan Ezîzî di 4ê Tebaxa 2023yan de li Tehranê hate binçavkirin. Di 11ê Kanûna 2023yan de jî bi îdiaya “Li dijî hikûmeta Îranê xebatên çekdarî kiriye” hate girtin. Dadgeha Şoreşê ya Tehranê jî di 23yê Tîrmeha 2024an de bi heman îdiayê cezayê darvekirinê da. Konseya Darazê ya Bilind a Îranê jî di 8ê Çileya 2025an de cezayê darvekirinê erê kir.
Ji bo Pexşan Ezîzî 413 hezar û 500 îmze komkirin
Kampanyaya Azadî ji bo Pexşan Ezîzî ragihand ku heya niha 413 hezar û 500 kesan ji bo rakirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî, name ji bo serokê dadweriya Îranê re şandine