12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

 Ji bo perwerdeya zarokan pirtûkek çandî

Divê zarok bi newayên xwe yên gelêrî mezin bibin. Ji ber ku stranên gelêrî bi awayekî sûnî, ji bo xemên pedagojik nehatine çêkirin, ji kirpandinên peyv û kiteyan bigirin heta ku bigihêje rîtma hevokan, ahengeke xwezayî heye di navbera newa û peyvên stranên gelêrî de.

Akademiya Ma Musicê ji bo perwerdeya muzîkê ya zarokan pirtûka “Repertuara Stranbêjiyê” derxist.

Akademiya Ma Musicê ji bo perwerdeya muzîkê ya zarokan berhemeke hêja derxist. Akademiyê, pirtûka “Repertuara Stranbêjiyê” derxist. Edîtorê pirtûkê Ramîn Rabîeî û Gerînendeyê Giştî jî Şêrko Kanîwar e. Di pirtûka diyarî “Zarokên welêt” hatiye kirin de 110 stranên zarokan û stranên gelêrî hene.

Di pêşgotina pirtûkê ya bi nivîsa Şêrko Kanîwar de wiha hate gotin:

“Zarokên delal, malbatên hêja, xwîner û muzîkhezên ‘welatê stranan’… Vê pirtûka li ber destê we ku em hêvî dikin bibe şakar’a ber serê we, ji bo perwerdehiya stranên Kurdî hat amadekirin. Her çiqasî pirtûka ‘Repertuara Stranbêjiyê’ ji bo Akademiyên ma musicê materyaleke perwerdehiyê be jî, ji bo her sazî û dibistanên muzîka Kurdî ye jî. Di heman demê de ya herî giring jî ji bo dê û bavan e, ji bo zarokên welêt e…

Erê rast e dibistanên muzîkê hene, sazî, perwerdehî, materyalên perwerdehiyê, perwerdekar, ev hemû divê hebin li her devera ku mirov lê dijîn. Lê di esasê xwe de muzîk, perwerdehiya muzîkê û pê re girêdayî stranbêjiya Kurdî, divê li her gund û bajarekî Kurdistanê, li her tax û kuçeyê, he be. Çima? Ji ber ku stranên Kurdî, bîra muzîka Kurdî ne stranên Kurdî bîra çandî, civakî û dîrokî ya neteweya Kurd in. Îcar ev muzîk, stranbêjî ma divê li dibistanan dest pê bike? Nexêr, hewce ye li malê û temenekî pir biçûk de dest pê bike. Heta ji bo vê meseleyê ji bestekar û perwerdekarê muzîkê yê Macarî Zoltan Kodaly dipirsin; ‘Li gorî we perwerdehiya muzîkê divê di çend saliyê de dest pê bike?’ Kodaly wiha bersiv dide; ‘Beriya jidayikbûna dayika zarokê.’

Erê we şaş nebihîst. Berî jidayikbûna dayika me. Ger ku di pêvajoya ducaniya dayikê de ji hefteya 16. û bi şûn de êdî du guhên ku dibihîsin hebin di malzarokê de, wê çaxê hewce ye guhdarîkirina stranan dest pê bike. Hewce ye dayik û bav xwe fêrî stranbêjiyê bikin. Ji pitika ku di malzarokê de ye re her roj, di heman saetê de stranan bibêjin. Tovên kodên çandî yên muzîkal encax bi vî awayî dikarin bên çandin û li hemberî pişaftinê xwe biparêzin û bigihînin nifşên nû.

Pirtûk ji du beşan pêk tê. Yek jê Stranên Zarokan e, ya din jî Stranên Gelêrî ne. Bi rêya stanên zarokan di temenên pir biçûk de jî hûn dikarin muzîkê bi zarokan bidin hezkirin. Zarok û malbat bi rêya van stranan dikarin bi hêsanî fêrî Kurdî bibin. Stranên gelêrî jî wekî zimanê zikmakî ye. Çawa ku her miletek xwedî ziman e, girêdayî vê yekê zimanê zikmakî yê muzîkal jî stranên gelêrî ne. Ev ne tenê ji bo Kurdan wisa ye. Ji bo her miletekî derbasdar e. Divê zarok bi newayên xwe yên gelêrî mezin bibin. Ji ber ku stranên gelêrî bi awayekî sûnî, ji bo xemên pedagojik nehatine çêkirin, ji kirpandinên peyv û kiteyan bigirin heta ku bigihêje rîtma hevokan, ahengeke xwezayî heye di navbera newa û peyvên stranên gelêrî de. Ji ber vê egerê beşek ji perwerdehiya stranbêjiya Kurdî ya sereke stranên gelêrî ne.

Me hewl da ku ji zarava û herêmên cûr bi cûr stranan hilbijêrin. Bêguman wê di xelekên berdewama vê pirtûkê de repertuar berfirehtir bibe.

Di beşa stranên gelêrî de me gelek caran hemû peyvên stranê nenivîsiye. Ji ber ku ev ji bo perwerdehiyê ne. Û her wiha me hin rist û çarîn bi zanebûn di pirtûkê de bi cîh nekirin. Ji ber ku wê ev pirtûk di perwerdehiya zarokan de bê bikaranîn. Wekî mînak; peyv û ristên ku zayendparêziyê li pêş dixin. Lê ji bo ku xwîner û guhdarvan karibin xwe bigihînin tevahiya stranan, di her rûpelê de ji bo her straneke ku qeyda wê heye li ser youtube’yê me QR kod amade kiriye. Hûn ê karibin bi rêya van QR kodan li stranan guhdarî jî bikin.

Em zanin ku ev ne tenê pirtûkek e, ji bîra me ya çandî re silavek e…