Li Kurdistanê an bi avakirina HES, RES û Kanên mermer, kevir, çîmento xwezayê talan û wêran dikin, an jî bi birina daran, kolandina bîrên petrolê û şewata daristanan xwezayê talan dikin. Li dijî vê yekê her çend têkoşînek hebe jî têr nake.
Koordînatorê Hiqûqa Derdor û Bajêr her wiha Rêveberê Baroya Amedê Prz. Aydin Ozdemîr der barê xebatên komîsyonê û talankirina xwezayê agahî dan. Aydin Ozdemîr ewil bal kişand ser xebatên Baroya Amedê û wiha got: “Baroya Amedê di gelek milan de têkoşîna hiqûqî dike. Di milê lêgerîna maf de gelek serkeftî bi dest xistine. Mînak “Têkoşîna Mafê Jinan” bi selan e heye. Dîsa têkoşîna “Mafê Jiyanê” bi salan e tê dayîn. Lê mixabin milê mafê derdorê û mafê parastina ekolojiyê, hej nebûya qada têkoşînek çalak. Komîsyona me jî di 2 salên dawî de hewl dide di qada Hiqûqa Bajar û Derdorê de têkoşînekê pêş bixe.”
Bêcezahiştin bendek mezin e
Aydin Ozdemîr anî ziman ku wekî komîsyon wan gelek serlêdan kirine û wiha got: “Lê bi giştî ji ber politikaya dewletê ya bêcezahiştinê û disa hişmendiya mafê derdorê zêde pêş neketiye li pêş me bendek heye. Gelê Godernê ku di Sêgoşeya Farqîn, Hezro û Lîceyê de ye bi awayekî pir zêde dar hatin birîn. Me li dijî birîna daran serlêdana sûc kir. Mixabin dadgehê biryara ‘Hewce bi lêpirsînê tune’ da. Dîsa baroya me ji bo gelek darên ku li qadên cuda û navçeyên cuda tên birîn serlêdana suc kir. Mixabin hemu serlêdanên Baroye bi awayekî neyînî bi encam bû. Hin serlêdanên me red kirin û hin serlêdan jî pêdivî bi lêpirsînê nedîtin.”
Dewlet dihêle bêceza bimîne
Ozdemîr bal kişand ser xebatên Komîsyona Hiqûqa Bajar û Derdorê û wiha axivî: “Dema ku der barê talankirine de serlêdan pêk hatin, em bi lez mudaxale dikin. Em diçin li cih lêkolîn dikin û serlêdanên sûc dikin. Em hewl didin çalak têbikoşin. Em hin caran encam digirin, hin caran jî encam nagirin. Dema em encam nagirin sedema wê nêzîkatiya dewletê ya li hemberî raya giştî ye. Pir beloq politikaya bêcezahiştinê heye. Dema em dozekê vedikin, bêşdarazek heye. Ev dibe sedem ku encam negire.”
Bêtir têkoşîn divê
Ozdemîr bal kişand ser asta têkoşînê û wiha berdewam kir: “Ev têkoşîn têr dike? Mixabin têr nake. Raste Baroya Amedê heye. Li Amedê, li herêmê û qadê gelek saziyên sivîl û civakî hene. Gelek rêxistinên civakî hene. Car caran hewl didin mudaxaleyî talankirinê bikin. Lê ev têr nakin. Her roj geşedanek nû pêş dikeve. Her roj dar tên birîn. Bê navber xwezayê talan dikin. Bê navber li herêmê li Petrolê digerin. Bê navber hewl didin santralên Ceyranê û Avê ava bikin. Dema hûn pêşiya hewldanekê digirin, 2-3 hebên din bi hevre dikevin meriyetê. Dema li qadekê dar tên birîn û em der barê vî sûcî de serlêdan dikin, di heman demê de li 4-5 cihên din dar tên birîn û xweza talan dibe. Ji ber vê yekê hûn çiqas hewl bidin rê li pêş bigirin jî bi awayekî talana xwezayê belav dibe. Şîrketên nû, her tim hewl didin xwezayê talan bikin. Ji ber vê yekê hewldan û têkoşîna me ya li dijî talankirina xwezayê têr nake. Gelek caran em nikarin bi bandor tebikoşin. An jî gelek caran serlêdanên me neyînî bi encam dibin. Rêya vekirina çareseriyê diyar e. Bêtir têkoşîn, bêtir piştevanî û bêtir biryardarî. Divê hemû sazî û rêxistinên bajêr û şaredarî bi hevre bêtir xweza û derdorê biparêze.
Aydin herî dawî destnîşan kir ku wekî komîsyon hin serlêdanên wan ên erênî bi encam dibin jî hene û wiha bi dawî kir: “Mînak Li navçeya Peyasê qadek bi awayekî fermî wekî park hatibû diyarkirin û rastkirin. Lê hewl dan vê qada parkê bikin qadek bazirganiyê. Me doza betalkirina biryarê vekir. Piştî me wekî baroyê serlêdan kir, plana îmarê ku xwestin biguherin betal kirin. Dîsa li navbera Navçeya Lîce û Navçeya Dara Hênê ya Çewlikê projeya HES’ê xwestin ava bikin. Me li vir jî doza betalkirina biryarê vekir. Di vê dozê de jî biryar betal kirin. Lê piştî me doza betalkirinê vekir, ev biryar betal kirin. Dîsa ji bo projeya HES’ê ku di navbera Sazon û Pasûrê de ye. Em li bendê ne ku erênî bi encam bibe.”