13 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo Nûredîn Sofî dê Qamişloyê merasîmeke pêk bê

Cenazeyê xebatkar û têkoşerê neteweya Kurdistanê Nuredîn Sofî ku 6ê Nîsana 2021an de di êrişa dewleta tirk de şehîd bûbû û duh şehadeta wî ji aliyê HPGê ve hat ragihandi dê îro bînin Qamişlo.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPGê duh (11 Tebax 2025) bi daxuyaniyekê aşkere kiribû ku yek ji pêşengê Şoreşa Rojava û fermandarê berê yê HPGê Nûredîn Sofî yê ji sala 1990î ve di refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de cih girt û ji sala 2013yan ve jî pêşengiya Şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Suriyeyê kir, di 6ê Nîsana 2021an de di êrişa dewleta tirk de li Herêma Garê şehîd bûye. Piştî ragihandina şehadeta Nûredîn Sofî, li Qamişlo konê sersaxiyê hat vedan. Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê jî dest bi amadekariyên merasîma cenaze kir. Li gorî agahiyên ku Meclisê dane Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), cenazeyê fermandar Nûredîn Sofî dê îro ji Morga Nexweşxaneya bajarê Dêrikê, bi karwanekî mezin bînin bajarê Qamişlo.

Karwanê cenaze wê li bajarên Girkê Legê, Çilaxa û Tirbesipiyê ku li ser rêya Qamişlo ne, bi girseyî bê pêşwazîkirin. Piştî cenaze bigihîje Qamişlo, dê li Stadyuma Şehîdên 12ê Adarê saet di 17.00an de merasîmek girseyî bê lidarxistin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê