Bi pêşengiya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ji bo Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan ên li navçeya Sirîn a Kobanê ji aliyê balafirên bêmirov ên artêşa tirk ve hatin kuştin daxuyanî hat dayîn. Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan û Ferît Şenyaşar, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Pankarta “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” vekirin û wêneyên rojnamegerên hatine qetilkirin, hatin hilgirtin.
Daxuyanî piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
‘Em ê rastiya Nazim û Cîhanê biparêzin’
Li ser navê MKGê Rojnameger Ceylan Şahînlî axivî û got: “Hevalên me ji bo heqîqetê hatin kuştin. Di berdewamiya êrîşên li ser Çapemeniya Azad de hevalên me hedef hatin girtin. Li Rojava rastiyek hebû û hevalên me bi nûçeyên xwe ev rastî ji me re ragihandin. Hevalên me yên ku xwestin ji bo hevalên me yên hatin kuştin dengê xwe bilind bikin hatin girtin. Ji bo me parastina Nazim û Cîhan cihê rûmetê ye. Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin têkoşîna wan. Weke şopdarên wan em ê têkoşîna wan bidomînin. Em ê heqîqeta Nazim û Cîhanê biparêzin.”
‘Em ê heta dawiyê li ser vê rêyê bimeşin’
Nûnerê DÎSK BASIN ÎŞê Hakki Boltan jî got:”Em şopdarên şehîdên Çapemeniya Azad in. Em ê heta dawiyê li ser vê rêyê bimeşin. Em ê rûmeta pîşeya rojnamegeriyê biparêzin. Divê her kes li dora Çapemeniya Azad bibe yek.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Nazîm û Cîhan rûmeta me ne” û “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû.