12 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo kurdî bang û gazî

Em ê îsal, bi bîr, bawerî, vîn, biryardarî, coş û kelecaneke mezin; li her der û qadê, di asta herî jor û berfireh de têkoşîn, xebat, bername û çalakiyên ji bo zimanê kurdî, bigihînin merheleyeke nû.  

Bi hezaran sal in têkoşîna rizgarî û azadiya xwebûnî û gerdûnî ya netewe, gel, kom û derdorên cuda yên civakî ya li dijî dagirker, mêtinger, serdest û desthilatdaran bi awa û teşe, rê û rêbaz, alav û amûrên cuda berdewam dike. Bêguman li gel xwesazkirin û xurtkirina pergala modernîteya kapîtalîst û netewdewletê, dagirkerî û mêtingeriya klasîk jî awa û teşe, rê û rêbaz, alav û amûrên serdestî û desthilatdariya xwe guhertin û nûjen kirin. Pergala netewdewletiya yekperest, hebûna xwe li ser tunebûna hebûn û xwebûna netewe, gel, kom û derdorên din ên civakî ava kir.

Vê yeke bi xwe re hişmendî, feraset, nêzikatî, pêkanîn û kiryarên tunehesibandin, pişaftin, helandin û hewldanên ji holêrakirina nirxên bingehîn ên neteweyên ‘nejixwe’ anî û bû sedema tevkujî û ji holêrakirina gelek netewe, kom, çand, û zimanan. Bi taybetî jî bû sedema ji holêrakirina bi sedan, bi hezaran zimanan; ku ji holêrakirina zimanekî di rastiyê de ji holêrakirina mirovahiyê ye.

Heybera ji xwewêdetir: Ziman

Hemû lêkolîn û nirxandinên zanistî didin diyarkirin ku ziman ne tenê alav û amûrekî derbirina hest û ramanan û ya danûstendinê ye. Ziman remz, nîşane û nasnameya bingehîn a xwebûnî û jêneger a neteweyan e, hemû netewe bi zimanê xwe dibin xwe û bi zimanê xwe wek xwe dimînin û xwebûna xwe diparêzin. Tu kes nikare li dijî vê heqîqeta dîrokî, civakî, jiyanî û zanistî derkeve, yan jî berevajî û şêlû bike.

Ziman ji zimanî gelek zêdetir û wêdetir e. Ya herî girîng zimanê neteweyekê hemû kod, raz, taybetmendî û danehevên bingehîn ên wê -yên xwezayî, dîrokî, civakî, çandî, manewî, bîrî, hişî, giyanî û jiyanî- di nava xwe de dihewîne û wan vediguhêze siberojê. Bêguman; ziman ji bo neteweyekê mak, mal, war, welat, stargeh û jîngeha bingehîn û jêneger e, ku wê li ser bingeha zagonên dîrokî, civakî û jiyanî yên xwezayî, xwebûnî û gerdûnî ji her milî ve diparêze û bi pêş ve dibe. Ji ber wê ye ku zimanê her netewe û komekê ji bo wan wek zimanê dayikê, zimanê makê hatiye binavkirin.

Rêzdar Abdullah OCALAN li ser mijara zimanê dayikê gelek nirxandinên bingehîn kirine. Di nirxandineke xwe de wiha balê dikişîne ser rist û girîngiya zimanê dayikê ya ji bo neteweyekê:  “Meseleya zimanê dayikê qasî nan û avê girîng e. Tu zimanê dayikê hîn nebî, perwerdehiya wê nebînî tu nikarî rast û baş bifikirî, nikarî bihilberînî, wisa li te tê wek ku mejiyê te miribe. Ziman veguhezêrê destpêkê û sereke yê civakîbûyînê ye. Ziman, navgîna pevragihana mirov, civak û çandan e. Sedema hebûna mirovan e. Xwedîlêderketina ziman û çanda xwe, pêşvebirina wan pêwistiyeke mirovbûnê ye. Yên ku nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin nikarin li tu tiştî xwedî derkevin; nikarin li mirovbûna xwe jî xwedî derkevin. Ên ku zimanê xwe nezanin û bi pêş ve nebin nîvmirov dimînin; nikarin bi tu kesan re rast û durist têkiliyan jî daynin û bi pêş bixin. Ji ber ku ziman û çanda me hatine qedexekirin me têkoşîneke mezin meşand. Xwedîlêderketina li ziman û çanda xwe peywira hemû kesan e.”

Bi van nirxandina em careke din pêdihesin ku parastin û pêşvebirina zimanê kurdî ji bo me çend girîng e. Em baş dizanin bêyî serbestî û azadiya zimanê kurdî, azadiya me kurd û Kurdistanê li aliyekî, em nikarin hebûn û rûmeta xwe ya xwebûnî jî biparêzin û em nikarin wek civak û mirov bimînin.

 Her dem li her derê kurdî

Berpirsyariyeke me hemû kurdan a sereke ew e ku em li hemû qadên civak û jiyanê têkoşîn û xebatên ji bo zimanê kurdî bilindtir û berfirehtir bikin, zimanê kurdî li her derê birêxistin bikin û her derê bikin jîngehên kurdî, bîkîn kurdîgeh.

Wek tê zanîn 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Her sal bi boneya vê cejnê, ji bo zimanê kurdî têkoşîn û xebatên cur bi cur tên meşandin. Lê heta niha bi gelemperî, ev têkoşîn û xebat dorteng mane, bûne têkoşîn û xebatên çend sazî û derdoran, li her qad û warên civakî û jiyanî pêk nehatine. Nêzikatiyeke wek ku têkoşîn û xebatên ji bo zimanê kurdî tenê karê çend saziyên zimanê kurdî û hinek derdorên ku bi zimanê kurdî re têkildar in heye. Ev hişmendî û nêzikatiyên nerast ên ku rê li ber ‘dorpêçkirin’, ‘krîmînalezikirin’ û ‘pişaftin’a li ser zimanê kurdî vedikin gelek dûrî hiş û mejî ne û gelek xeternak in. Em dikarin bibêjin ku ev nêzikatî lî dîjî hişmendiya têkoşîna azadiya neteweya Kurd e.

Divê baş bê zanîn ku têkoşîn û xebatên ji bo zimanê kurdî peywir û berpirsyariya me hemû Kurdan û mirovahîparêzan e. Helbet hemû tevger, qad, partî, sazî û pêkhateyên neteweya Kurd ên xwebûnparêz û azadîrês xwedî peywir û berpirsyariyeke sereke û pêşeng in. Ji ber wê divê di serî de hemû qad û pêkhateyên Tevgera Azadiya Gelê Kurd, em hemû kurd, rasterast û bi awayekî herî çalak bi hev re pêşengiya têkoşîn û xebatan bikin.

Divê em kurd ji her demê zêdetir di ‘Statuya Kurdî, Perwerdehiya Bi Kurdî’ de israr bikin. Bi xebatên xwe li her derê bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê, Ewropayê û li her derê ku kurdek lê dijî di asta herî jor de û bi awayekî herî berfireh; bi taybetî jî daxwaza ‘Statuya kurdî û Perwerdeya bi kurdî’ û hişmendiya sazkirin, rêxistinkirin û hîndekariya zimanê kurdî li her derê belav bikin û li her derê bingeha rêxistinkirina têkoşîn û xebatên zimanê kurdî û avakirina sazî, war û jîngehên zimanê kurdî pêk bînin.

Bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, di serî de hemû tevger, partî, sazî, dezgeh, platform, însîyatîf, nivîskar, hunermend, em hemû Kurdên XWEparêz seranserî meha gulanê, bi hişmendiyeke neteweyî ya şoreşger, demokratik û azad, bi giyanê seferberiyê têkoşîn, kar û xebatên ji bo zimanê kurdî li her derê belav bikin. Bi taybetî jî, divê em têkoşîn, xebat, bername û çalakiyên cur bi cur li nava civakê li dar bixin, li hemû navçe, gund, tax, kolan û malan, li nav ciwan, zarok, esnaf û hemû qadên din belav bikin.

Bêguman divê em piştî bername û xebatên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî jî bi nêzikatiya ku her roj cejna zimanê kurdî ye têkoşîn û xebatên xwe yên ji bo zimanê kurdî bênavber bidomînin; her mal, kolan, tax, gund, kargeh û jîngehekê bikin kurdîgeh, bikin dibistan û akademiyên zimanê kurdî; divê em zimanê kurdî li hemû qad û jîngehên xwe bikin xwedî statu û zimanê perwerdehiyê, bikin zimanê hemû kar, xebat, têkoşîn û zimanê her kêlî û qada jiyana xwe.

Em kurd dê îsal, bi bîr, bawerî, vîn, biryardarî, coş û kelecaneke mezin; li her der û qadê, di asta herî jor û berfireh de têkoşîn, xebat, bername û çalakiyên ji bo zimanê kurdî, bi awayekî herî şênber, domdar, berfireh, afirîner û encamgir bimeşînin û dê bi serfirazî bigihînin merheleyeke nû.

Bi bîr, bawerî, hêvî û bendewarî û hewldana ku her roj bibe Roja Zimanê Kurdî û Cejna Zimanê Kurdî 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li me hemû kurdên xweparêz û li hemû mirovahîperweran pîroz be.