12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo ku agahiyên rast negihin gel asteng dikin

Parêzerê rojnameya Yenî Yaşamê Ozcan Kiliç, diyar kir ku komkirina rojnameyan û astengiya li ser malperên rojname û ajansan konsepteke nû ye û ji bo agahiyên rast negihinin gel asteng û  sansur dikin.

Di vê pêvajoya ku Serokê MHP’ê Bahçelî destê xwe dirêjî siyasetmedarê kurd dike û qala aştiya navxweyî dike de zextên li ser çapemeniyê zêdetir bûne. Bi taybetî malperên Yenî Yaşamê tên astengkirin. Derbarê rojnameyan de biryara komkirinê tê dayîn. Rojnamegerên li qadê nûçeyan dişopînin tên binçavkirin, astengkirin û doz li wan tên vekirin.

Parêzerê Yenî Yaşamê Ozcan Kiliç, têkildarî nêzîkatiya hikûmetê ya li dijî çapemeniya azad nirxandin kir. Ozcan Kiliç, ewil bal kişand ser zextên li ser çapemeniya azad û wiha got: “Çapemeniya azad ji salên 1990’î heya niha her tim li bin zor û zextan de ye. Di salên 90’î de bombe kirin, xebatkarên wê revandin û qetil kirin. Bi hezaran xebatkarên çapemeniya azad hatin binçavkirin, êşkence li wan hatin kirin û hatin girtin. Herî dawî di sala 2023’yan de li Amed, Enqere, Stenbol û bajarên din gelek xebetkarên çapemeniya azad hatin binçavkirin û girtin û ceza kirin.”

Kiliç, da zanîn ku di salên 90’î de faşîzma desthilatdariya kemalîst û îslamî, di salên 2000’î de faşizma desthilatdariya AKP’ê û cemaetê, herî dawî jî di 2020’î de dema desthilatdariya AKP-MHP’ê di aliyê faşîzmê de bû sazî her ji 2 rojan carekê em wekî çapemeniya azad her roj bi heman zext û tundiyan re rû bi rû man. Yek ji zor û zextên wan jî qedexekirina rojname û kovarên hefteyane û mehane bûn. Hê dema ku rojnama û kovar di çapxaneye de dihatin çapkirin, bi biryara qedexekirinê hem dixwestin rojname û kovar negihin xwînerên xwe, hem jî bi van polîtîkayan rojname wek sûç pênase dikirin. Û kesên ku rojname dixwendin jî dihatin girtin û cezakirin. Bi qedexekirina van weşanan dixwestin belavkirina rojname û kovaran asteng bikin. Dixwestin ku xwînerek nikaribe di rê de bixwîne û têxe çanteyê xwe. Çawa ku çekek li ser kesekê/î bê dîtin ew kes dihat girtin, rojname jî li ser kesekê/î bihata girtin, wekî çek li ser hatiye girtin dihat digirtin. Rojname jî wek çekê dihat pênasekirin. Qedexe dikirin û wekî sûc pênase kirin. Cewherê hemû meseleyê ev bû. Rojname jî wekî çekê talûke dihesibandin.”

Dozger û dadgeh AYM’ê nas nakin

Ozcan Kiliç, bal kişand ser astengiya ketina rojnameyê ya girtîgehan jî û wiha berdewam kir: “Meseleya duyemîn jî ev e. Li girtigehan girtiyên siyasî, niviskar û xwineran ji bo nedayina Rojnameya Yenî Yaşamê gelek caran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan. Dadgehê biryara binpêkirina ramanê ye da. Ew biryara dadgehê tenê ji bo rojnameya Yenî Yaşamê nebû. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) got: “Ev rojname hêj nehatine qedexekirin. Biryara mahkumiyeta wan tune.” Digot “Nedayîna rojnameyan binpekirina azadiya çapemeniyê û xweîfadekirinê ye.” Bi sedan girtiyan ji bo vê binpêkirina mafan serî li AYM’ê dan. Gultan Kişanak wê demê li Girtîgeha Kandirayê bû. Wê wekî rojnameger û xebatkareke me ya berê serî lê da. Li gel ku AYM’ê hem ji bo Yenî Yaşamê û gelek weşanên din biryar dan jî, Dadgehên herêmî li gor xwe qedexe kirin. Dozger û dadgehên herêmî vê biryara AYM’ê nas nakin. Hem AYM’ê û hem jî xalên AYM’ê nas nakin. Xalên AYM’ê yên 26,28, 29’an aşkera diyar dike ku azadiya çapemeniyê û îfadeyê heye.”

DMME’ê ew mahkûm kirin

Prz. Kiliç, bal kişand ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî û wiha berdewam kir: “Derbarê gelek kovar û rojnameyên me yên biryara komkirina wan hatine dayîn biryara DMME’yê heye. Lê mesele ne ew e.”

Prz. Kiliç bal kişand ser niqaşên siyasî yên ku niha bi pêş dikevin û wiha pêde çû: “Di vê serdemê de qaşo dewlet banga serdemeke nû dike. Dijberi vê yekê dewletê ji govend, stran û rojnameyan dest pê kir û gelek êriş kirin. Gelek nûçeyên Ajansa Mezopotamya û rojnameya Yenî Yaşamê tên astengkirin. Malpera Yenî Yaşamê heta niha 5 caran asteng kirin. Heta niha 39 caran malpera Ajansa Mezopotamyayê asteng kirin û niha malpera 40’emin bi kar tîne. Ev nêzîkatiya dewletê ne tenê li dijî çapemeniyê ye. Ev nêzîkatî di heman demê de nêzîkatiya li dijî kurdan e. Çawa nêzîkî meseleya kurd  û saziyên kurd dibe nişanî me dide. Hêj çend roj berî niha li ser komeleyên çandê girtin û xebatkarên wan binçavkirin. Ev parçeyekî politikaya qedexeyan e. Aşkera dibêjin em naxwazin ev rojname bê çapkirin, belavkirin û xwendin. Naxwazin bigihe xwînerên xwe. Dixwazin kampanyayeke alîgirê dewletê bi pêş bixin. Naxwazin rastî bigihe xwineran. Dibêjin em ê agahiyan li gor xwe bigihînin civata xwe. Naxwazin ji aliyê gelê kurd ve agahî û rastî bên lêkolînkirin û belavkirin. Naxwazin kurd agahiyan parve bikin û belav bikin. Dixwazin yekalî agahiyan belav bikin. Ev nêzîkatiya wan dê bidome. Dê astengkirina nûçeyan û malperên ajansan bidome.”

Kiliç da zanin ku wan îtîraz kiriye û got: “Em îtîraz dikin, lê red dikin. Lê em ê îtîrazên xwe berdewam bikin. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”