12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo jiyanek mirovane mîtîng li dar xistin

Bi hezaran nûnerên Hêza Ked, Aştî û Demokrasî, ya Stenbolê, li Qada Kartalê mîtînga “Jiyanek mirovane" li dar xistin. Di mîtîngê de jinan bê navber dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin û ji Rojava re silavên xwe şandin.

Hêza Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê dê bi şîyara “Ji şer, qeyûm, xizanî û talaniyê re bibêjin bes e” li Qada Kartalê mîtînga “Jiyanek mirovene” li dar xistin. Beriya mîting dest pê bike bi hezaran kes meşiyan û slavên xwe ji Rojava re şandin. Beriya mîtîngê bi hezaran nûnerên HDK, DEM Partî, Meclisa Jinan, nûnerên rêxistinên jinan, nûnerên DÎSK, KESK, EMEP, Yekîtiya Meclisan, Meclisa Jinan a SKMê TÎP, Partiya Şoreşger, DBP, ESP, Partiya Yeşîl Solê û nûnerên gelek rêxistinên civakî kom bûn û meşiyan. Girse li qada Marmarayê kom bûn û heta qada Kartalê ya mîtîngê beşiyan û beşdarî mîtîngê bûn. Her saziyê pankartên xwe vekirin û li pey hev bi dirûşm û pankartan meşiyan. Girseyê di meşê de bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin. Bi hezaran kesên li Qada Kartalê kom bûn ji vir silavên xwe ji Rojava re şandin.