Di 6’ê sibatê de li navçeyên Bazarcix û Elbistanê yên Gurgumê du erdhejên mezin ên bi pîleyên 7.7 û 7.6 qewimîn. Ji ber erdhejan li bakurê Kurdistanê bi hezaran avahî hilweşiyan û bi deh hezaran avahî jî xisar gihîştin wan. Her wiha bi deh hezaran kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 100 hezar kes jî bi awayekî birîndar hatin rizgarkirin. Ji ber ku nikare krîza bi rê ve bibe û bergiriyên ji bo sivikkirina encamên erdhejê negirtiye, ji aliyê gelek derdoran ve rexne li desthilatê tên kirin. Desthilat jî li şûna ku van rexneyan li ber çav bigire û li gorî vê yekê tevbigere di hewldanên veşartina berpirsyariya xwe de ye. Bi vê armancê mutehîtan gunehbar dike û wan dide girtin. Endamê Şaxa Odeya Avahîzan a Amedê (DÎMOD) avahîsaz Şerefxan Aydin ku bi rojan li herêma erdhejê lêkolînan kir, pirsên rojnameya me yên der barê erdhejê û avahisaziyê de bersivandin.
Em ji encamên erdhejê û wêraniya ku bi xwe re anî dest pê bikin. Hûn bi rojan li herêma erdhejê geriyan û rewşa li herêmê di cih de şopand û lêkolîn kirin. Gelo sedemê ev wêraniya mezin çi bû û çawa dikaribû pêşiya vê felaketê bihata girtin?
Avahiyên ku hatine çêkirin nehatine kontrolkirin. Avahî bi awayekî serbixwe hatine çêkirin. Cihên ku şaredarî lê hene dema ku avahî bên lêkirin divê şaredarî ruxseta avakirinê bidin. Piştî ku biqede divê ruxseta rûniştinê jî bide. Dema ku mirov li encamên erdhejê dinêre dikare bi hêsanî bibêje ku hemû avahiyên ku xirabûne bê kontrol bûne. Yanî şaredariyan tu karên xwe nekirine. Dema ku şaredarî karê xwe nekin divê ku Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê wan hişyar bike. Wezaretê jî karê xwe nekiriye. Yanî bi kurtasî ger ku kontrol bihata kirin encama hilbijartinê wiha nebûya.
Di sala 2019’an de tevî hemû bertek û nerazîbûnan jî desthilatê efûya îmarê derxist. Beriya vê efûyê jî gelek caran qanûnên bi vî rengî derxistibûn. Bandora van qanûnan a di encama erdhejê de çi ye?
Bi rastî efûya îmarê ne ji bo avahiyên biçûk, ji bo plazayên dewlemend ên qaçax ku li bajarên mîna Stenbol, Enqere û Îzmîrê hatibûn çêkirin hat derxistin. Ji bo xilaskirine xwediyê van plazayan derxistin. Di projeyê de 10 qat nîşan dane lê 20 qat lê kirine. Ji bo ku bikaribin bi kar bînin divê ku wezaret destûr bide wan. Heman rewş ji bo sîteyên mezin jî derbasdar e. Ji bo ku destûr jî bigirtina diviya ku pereyekî pir bidana. Di sala 2019’an de ev qanûn derxistin û armanca wan kesên dewlemend bûn. Beriya erdhejê jî qanûneke bi heman rengî di rojevê de bû. Li gorî vê qanûnê, avahî çiqas saxlem e, ne saxlem e û projeyeke wê heye tune ye ne girîng e. Krîterek jî e tune ye. Tenê dibêje were ew qas pere bide. Tenê du vebijêrk hene; gere avahî di nav rê de nebe û di nava cihê şînahî de nebe. Ji xeynê vê dixwazî bila bê qolon û sed qat be piştî ku te pereyê xwe da dikarî bi kar bînî.
Bandora vê qanûna efûyê ya li ser encamên erdhejê bi çi rengî bû? Lêkolînên we hene ku avahiyên di erdhejê de hilweşiyane çiqasî ji wan van avahiyên ku bi qanûna îmarê hatine efûkirin in?
Xebatek bi vî rengî me nikaribû bikira. Ev avahî di arşîvên şareradiyan de û di arşîvên wezaretê de têne girtin. Ji ber ku şaredariyên herêmê di destê qeyûman de ne û têkiliyen me bi wezaretê re tune ne, ez ne bawer im dema ku em ji wan bi pirsin bersiv bidin me. Weke ode em dikarin bi awayekî nivîskî ji wan bipirsin ka avahiyên hilweşandî çiqas ji wan ji efûya îmarê sûd giritine. Wê bersiv bidin nedin em nizanin. Feqet li gorî zagonan divê di çarçoveya mafê agahî sitandinê de mecbûr in bersiv bidin me. Heke bersiv bidin wê ev encam baştir diyar bibe.
Piştî erdhejê gelek mutehît weke sûcdarê mirina mirovan hatin binçavkirin û girtin. Hûn binçavkirin û girtina mutehîtan çawa şîrove dikin. Encama niha li holê dikare bi binçavkirin û girtina mutehîtan ji holê bê rakirin?
Mutehît tenê yek ji şirîkên sûc in. Rast e para mutehîtan jî heye, lê tu ji min bipirsî para dewlet, hikumet, wezaret, şîrketên kontrolê yên taybet ku li ser navê dewletê kontrolê dikin jî tê de heye. Ev şîrket bi wezaret û şaredariyan re dixebitin. Piştî 2011’an pergala kontrola avahiyan ava kir. Wezaret ji bo ku barê şaredariyan sivik bike fîrmayên taybet ên kontrolê ava kir.
Ji van fîrmayan dixwaze ku ew avahiyan kontrol bikin. Encama erdhejê nîşan dide ku van şîrketan karê xwe nekirine.
Ev şîrket dema ku di avakirina avahiyê de kêmasiyeke hebe gere wê kêmasiyê bidin rastkirin. Lê mutehît bi pereyan çavê wan digirin û bi kêmasî avahî tên lêkirin. Avahiyên bi vî rengî jî di erdhejan de bi hesanî hildiweşin.
Ji ber vê jî şîrêkî vî sûcî gelek in ne tenê mutehît in. Endezyar û avahîsaz jî şirîkê vî sûcî ne. Divê ku endezyar û avahîsaz avahiyan li gorî rêziknameya erdhejê çêbikin. Divê, endezyar, avahîsaz, karker, şîrketên kontrolê, mutehît bi ehlaq tevbigerin. Hişmendiyeke xurt a parastin û jiyanê pêwîst e. Lê mixabin di pergala Tirkiyeyê de qîmeta vê yekê baş nayê zanîn.
Weke ku hûn jî dizanin li bakurê Kurdistanê û Tirkiye gelek caran erdhej pêk tên. Gelo Tirkiye çiqas ji erdhejan re amade ye? Li gorî lêkolînên we der barê de vê de xizmet û amadekariyên dewletê di çi astê de ne?
Di erdheja dawîn de me dît ku tu amadekariyên dewletê ji bo erdhejê tune ne. Bi salan e tê gotin ku wê li Gurgum, Çewlik û Xarpêtê erdhej çêbibe. Lê tu tevdîreke dewletê ji bo sivikkirina encamên erdhejê tune ye. Niha ji bo Stenbolê qala rewşeke bi heman rengî tê kirin. Lê tu amadekariyeke dewletê li dijî vê tune ye. Ji bo ji sedî 70’yê bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê xetereya erdhejê heye.
Der barê vê de li tevahiya Tirkiyeyê weke rêxistineke pîşeyî xebatên we hene û ji aliyê we ve ji bo çareseriyê gelek pêşniyar tên kirin. Dewlet çawa nêzî van xebat û pêşniyarên we dibe?
Weke rêxistinên pîşeyî ji roja roj ve xebatên me bi tevahî ji bo kêmkirina bandora erdhejan e. Xebatên me ji bo parastina xweza, mirovahî û canê mirovan e. Em di xebatên xwe de ji bo berjewendiyên civak û mirovahiyê zanîst, teknîk û parastina xwezayê esas digirin. Lê mixabin pêşniyarên me nayên guhdarîkirin. Berevajî vê desthilat ji bo ku bandora odeyên pîşeyî kêm bike di nav hewldanan de ye. Maf û rayeyên odeyan ji wan digire û dixwaze di her tiştî de ew bixwe biryar bide. Lê di rastiyê de divê ku hê bêtir maf û raye bide odeyan.
Li herêmên ku erdhej li wan çalak in di avakirina avahiyan de divê herî zêde çi li ber çavan were girtin?
Piştî erdheja 1999’an a Yalovayê rêziknameya erdhejê hat derxistin. Divê ku hemû avahiyên nû li gorî vê rêziknameyê çêbibin. Li ser qaxiz sîstem heye. Lê di pêkanînê de pirsgirêk hene, naxin meriyetê. Heke li gorî vê rêziknameyê avahî bên lêkirin wê bandora erdhejê kêm be. Pirsgirêk ew e ku tevgera dewletê û dadgehan ne li gorî qanûnan, kêfî ne. Rojane tevdigerin. Ger ku van qanûnan referans bigirin dê bandora erdhejê pir kêm bibe.
Ev rêzikname çî ye? Di wê rêziknameyê de çi derbas dibe? Divê avahiyek bi şertên çi rengî bê avakirin?
Divê avahî li gorî bandora erdhejên bi pîleyên 9 bêne çêkirin. Heke avahî li gorî vê çêbibin divê asasê avahiyê xurt bin. Ji bo vê jî sepandin heye. Di sepandinê de li gorî pîleya 9 eyar çêdibe. Divê ku li gorî pîleya 9 asasê avahiyê çêbibe. Dema ku li pîleya 9 kêmasiyek bê kirin sepandin hişyarî dide. Heta ku ev kêmasî neyê derbaskirin sepandin hişyarî dide. Ne tenê ji bo esas ji bo hemû qatan, stûn û kêranan jî sepan hişyarî dide. Lê endezyar guh nadin sepanê. Bi awayekî zanebûn sextekarî tê kirin. Mesela ev çima tê kirin ew jî bi aboriyê ve girêdayî ye. Dema C-20 na C-30 beton bi kar bînî bihayê betonê zêde dibe û ji berîka mutehîtan pere zêde derdikeve.
Di ser erdhejê de hê mehek derbas nebûye serokkomar Erdogan qala avakirina avahiyên nû kir û ji bo destpêkirina avahiyan jî meha adarê nîşan da. Weke avahîsazekî li gorî we bi cih anîna van gotinên Erdogan pêkan e?
Ji bo hilbijartinê heye ku karibe dest pê bike. Feqet tişta ku dest pê dike çiqas rast e çiqas ne rast e ew girîng e. Mesela niha li Amedê dikare li cihên vala avahî çêbike. Tu astengî tune ye lewre hemû sazî di destê wî de ne. Zanistî niha di destê desthilatdarê de ye, teknîk hemû di destê wan de ye. Yanî li gorî vê dikare ji xwe re bi awayekî meşrû bike. Lê li gorî zanistiya gerdûnî xeletiyeke pir mezin heye; heya ku bandora ev erdhejên pêyhatî nesekinin tu nikarî avahiyekî ava bikî. Dema ku di vê pêvajoyê de avahî bên lêkirin wê asasên wan ji ber ku ziwa nebin û bihejin wê xira bibin. Hem hesin xwar dibe hem beton belav dibe. Ji ber wê heta pêvajoyê erdhej bi dawî nebe xebateke bi vî rengî nayê pêşniyarkirin. Li gorî texmîna min wê dest pê bikin. Ne ji bo berjewendiyên gel ji bo hilbijartinê, ji bo ku bikaribin xwe ji vê qeyranê hinek paqij bikin.
Bangeke we ya dawî heye?
Erdhej bûyerek xwezayî ye lê belê encamên erdhejê mirov dikare mînîmîze bike. Mînîmîzekirina wê ji bo çi pêwîst e? Ji bo hişmendiyeke parastinê û civakî pêwîst e. Dema ku avahiyek bê çêkirin teqez divê ku ji avahîsaz û endezyaran an jî ji pisporên avahiyê fikir bêne girtin. Divê proje li gorî wê bê çêkirin, zemîna avahiyê li gorî wêbê analîzkirin û piştre avahî bê lêkirin. Gelê Kurdistanê debara wan zêde ne baş e. Ji aliyê aboriyê ve hêza wan zêde nîn e, naxwaze zêde pere bide pisporên avahiyan. Bila werin bişêwirin yanî em ê pere jî jê nestînin. Beriya odeya bila werin bi me bişêwirin, bibêjin em dixwazin avahî çêbikim. Bila li gorî pisporan tevbigere. Tabî şert e ku guhdariya me bike. Ger ku guhdariya me neke bila belasebeb neyên. Lê ev dîsa bi pergalê ve girêdayî ye. Divê pergal êdî piştî vê deqeyê destûr nede tu koxekê jî bê proje bê kontrol derbas nebe.
Şerefxan Aydin kî ye?
Avahîsaz Şerefxan Aydin di sala 1984’an de li navçeya Licê ya Amedê ji dayik bûye. Di sala 1990’an de ji ber ku gundê wan tê şewitandin û gundî dibin cerdevan malbata wî ji gund koçî Farqînê dike. Ji pola yekê heta zanîngehê li Amedê dixwîne. Zanîngehê jî li Zanîngeha Dîcleyê beşa avahîsaziyê dixwîne. Piştî ku zanîngehê diqedîne li Şaredariya Peyasê weke avahîsaz dest bi kar dike û li şaredariyê dibe Gerînendeyê Beşa Îmarê. Piştî xebata xwe ya 6 salan a şaredariyê di sala 2016’an de bi KHK’ê tê îxrackirin. Her wiha ji bo 4 salan weke Hevserokê Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê tê hilbijartin. Niha jî weke avahîsazê serbixwe dixebite û xebatên civakî jî dimeşîne.