24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan hat kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKKê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzerên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdek giran de tê ragirtin, serlêdana hevdîtinek nû kirin. Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê Cengîz Yureklî, Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî û Sûzan Akîpa ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.