Navê rojavayê Kurdistanê tim bi êrişên Dewleta Tirk û tunehesibandina Esad dihat bihîstin. Lê bi destpêkirina Bihara Ereban (2011) kurdên ku bi salan e li dijî polîtîkayên qirkirinê hewl didan ku xwe biparêzin di sala 2012yan de bi pêşengiya PYDê dest bi xebatan kirin. Di şoreşa ku bi van xebatan destpêkir de armanc ne tenê guherîna desthilatiya siyasî di heman demê de guherîneke radîkal a di nav civakê de bû. Vê guherînê jî bingeha xwe ji paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Konfederalîzma Demokratîk digirt.
Di Konfederalîzma Demokratîk de pêkanîna van her sê xalan tê hedefkirin:
*Xweseriya Demokratîk û Konfederalîzm: Armanc bi rêya komun, meclis û koperatîfan pêkanîna demokrasiyê ye.
*Azadiya Zayendî: Azadkirina jinan û pêkanîna wekheviya di nav herdu zayendan de tê hedefkirin.
*Pirrengiya Etnîkî û Olî: Dê kurd, ereb, suryan, turkmen, netew û baweriyên cuda xwedî mafê hemwelatîbûnê bin û li ser vî esasî karibin tev li rêveberiyê bibin.
Ji bo pêkanînên xalên jor di salên 2013-2014an de kantonên Cizîrê, Kobanê û Efrînê hatin avakirin û bi awayekî fiîlî ji Rejîma Esad hatin veqetandin.
Têkoşîna ku di 2014-2015an de li Kobanê li dijî DAIŞê pêş ket berxwedana ku kurd didin li hemû cihanê da bihistin. Di sala 2015an de bi avabûna HSDê ya ku ji şervanên kurd, ereb û suryanan pêk tê rizgarkirina Raqayê hêsantir bû. Bi têkoşîna ku hat dayîn di destpêkê de Cizîr, Kobanê û Efrîn hatin rizgarkirin, pişt re Herêma Firat, Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazor jî ji DAIŞê hatin rizgarkirin.
Lê Dewleta Tirk li dijî Rêveberiya Xweser derket û dest bi êrişan kir. Bi şerê ku dan destpêkirin Efrîn dagir kirin û li dijî yekparebûna rêveberiyê li kantonên cuda êrişên xwe pêk anîn. Van êrişan heta banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî berdewam kirin.
Tevî van êrişên ku pêk hatin jî di roja me de li herêmên Cizîr û Firatê rêveberiyên xwecihî aktîf in. Saziyên jinan tevî êrişên Dewleta Tirk û HTŞê jî hebûna xwe didomînin. Herwiha HSD hebûna xwe didomîne û parastina gel pêk tîne. Li kêleka van, xebatên çandiniyê bi rêbaza kooperatîfan tên meşandin.
Hevpeymana Civakî
Wek tê zanîn makezagona Rojava li ser esasê wekheviya jin û mêran di navbera salên 2014an û 2016an de hat amadekirin. Di Hevpeymana Civakî de ew hersê xalên ku me li jor anî ziman esas tên girtin. Herwiha yek ji xala esas jî rast nêzikbûna xwezayê ye.
Ev hevpeymana ku hatiye nivîsîn û qebûlkirin mafê jinên ku bi canê xwe tev li şoreşê bûne diparêze. Ji ber vê yekê ye ku navê Şoreşa Jinan tenê di nav de namîne di heman demê de di nav jiyanê de jiyanî jî dibe.
Di şoreşê de jin
Wek ku me li jor jî anî ziman heta Bihara Ereban ji xwe xebatên rêxistinbûnê ji aliyê kurdan ve dihatin meşandin. Bi taybet jinan dizanibû ku rêxistinbûna xwe xurt nekin dê di nav dojeha Rojhilata Navîn de qirkirina li ser wan bidome. Ji ber vê zanînê û perspektîfa ku Rêberê Gelê Kurd dabû pêşiya jinan û digot ‘heta jin azad nebe civak azad nabe’ rêxistinbûna xwe xurt kirin. Jinan di 2013an de Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ava kir. YPJ bi hêza xwe ya xweser ne tenê tev li şoreşê bû di heman demê de parastina xwe ya cewherî jî pêşxist.
Têkoşîna fikrî
Têkoşîna ku şervanên wek Arîn Mîrkan û Revan, li Kobanê li dijî DAIŞê dan meşandin, bala hemû cihanê kişand. Êdî hemû cihanê zanibû ku hebûna jinan a di refên şer de ne tenê tiştekî fizîkî di heman demê de berxwedaneke fikrî ye jî.
Jinan di nav şoreşê de pergala hevserokatiyê, tevlibûna jinan a aboriyê, biryargirtin û amadekirina qanûnan û tevlibûna biryarên siyasî bi dest xistin.
Dîsa jin ji destpêka şoreşê heta niha li dijî hişmendiya mêrperest têkoşîna xwe didomînin û hewl didin tundiya li ser jinan û zewaca zarokan ji holê rabikin. Herwiha têkoşîna ji bo destxistina mafê tenduristî, siyasî, perwerdehî û dadî her roj xurttir tê meşandin.
Yek ji xala ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin û divê ji hemû cihanê re bibe mînak edalet e. Di nav pergala Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi hişmendiya dewletê cezakirin nayê esas girtin. Li cihê cezakirinê nêzikatiyeke çêker pêş ketiye.
Dîsa di mehkemeyên ji bo mijarên wek tundî û zewaca bi zorê de saziyên jinan rast e rast dibin alî. Di mehkemeyên jinan de ji bilî cezakirinê hewldana xurtkirina mexdûr esas tê girtin. Ev jî nahêle ku careke din êriş li ser heman kesê pêk were.
Di roja me de jin
Di roja me de jinên ku di nav Şoreşa Jinan de cih girtine û di nav şoreşê de mezin bûne hem li dijî hişmendiya mêrperest têdikoşin hem jî hewl didin xwe ji êrişên Dewleta Tirk, HTŞ û bermayiyên DAIŞê biparêzin. Lê jinên ku bi azadiyê hisiyane û ronahiya di nav tariyê de dîtine li dijî tu êriş ango tunehesibandinan serî natewînin û bi sekna xwe ne tenê ji kurd, ereb û suryanan re, di heman demê de ji hemû cîhanê re dibin hêvî.