1 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo Hecî Ehmedî merasîm pêk anîn

Li Bergisch Gladbachê ji bo siyasetmedar Hecî Ehmedî merasîm hat lidar xistin. Di merasîmê de hat diyar kirin ku Hecî Ehmedî ji 22 saliya xwe ve ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dixebite û hat gotin ku têkoşîna wî wê bê domandin

Ji bo Hecî Ehmadî ku yek ji damezrînerên PJAKê ye û di 20ê Adarê de li Kolnê jiyana xwe ji dest da, li Bergich Gladbachê merasîma cenazeyê hat lidarxistin. Merasîma ku ji aliyê KNKê ve hate organîzekirin li Salona Sall 2000 pêk hat. Li salonê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala PJAKê hatin daliqandin û di heman demê de wêneyên ku jiyan û têkoşîna Hecî Ehmadî vedigot hatin nîşandan.

Di merasîmê de malbata Ehmedî, nûnerên KNK û PJAKê, siyasetmedar, rewşenbîr, nûnerên saziyên Kurdan, hunermend, rojnamevan û nivîskar amade bûn. Cenaze ji nexweşxaneyê wergirtin û li ser milan heta salona merasîmê anîn. Piştre li ber sirûda neteweyî ya Kurd ‘Ey Reqîb’ deqeyek rêz hat girtin.

Îbrahîm Elîpûr, li ser navê PJAKê axivî û qala kesayeta siyasî ya Hecî Ehmedî û têkoşîna wî ya ji bo gelê Kurd kir.

Piştre Hevserokê PJAKê Emîr Kerîmî got, “Hecî Ehmedî jiyana xwe fedayê têkoşînê kir. Ew şehîdê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ye û bîranîna wî wê di têkoşîna me de bijî.”

Hevserokê KNKê Ehmet Karamus got, “Hecî Ehmadî di 22 saliya xwe de derbasî Ewropayê bûye û jiyana xwe ji bo doza Kurdistanê feda kiriye. Ew parêzvanê pêşketina civakî û welatparêziyê bû.”

Berdevka Têkiliyên Derve ya KNKê Nilûfer Koç  jî got, “Ez jê gelek tişt hîn bûm, kir ku ez siyaseta Rojhilata Navîn nas bikim. Ez soz didim ku ez ê têkoşîna wî bidomînim.”

Li ser navê malbata Ehmedî Şoreş Sedefî axivî.

Piştre sînevizyonek ku li ser têkoşîn û jiyana Hecî Ehmedî hatibû amadekirin, hat nîşandan.

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal û Endama Komîteya Rêveber a KCKê Zubeyîr Aydar li ser Skype beşdarî merasîmê bûn û axivîn.

Remzî Kartal got, “31 sal me bi hev re li Ewropayê xebat meşand. Ji ber min wî nas kir xwe bi şans dibînim. Ji bo çar parçeyên Kurdistanê têkoşiya, ji bo azadiyê canê xwe feda kir. Bila dilê wî rehet be, em ê weke hevrêyên wî têkoşîna wî bidomînin.”

Zubeyîr Aydar jî got, “Ji ber me pê re hevaltî kir em serbilind in. Ji bo yekîtiya gelê Kurd roleke krîtîk lîst. Ti carî dest ji xeyalên xwe yên zarokatiyê berneda.”

Berpirsiyara Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed jî wiha got, “Hecî Ehmedî mîrateyeke mezin û bi nirx li du xwe hişt. Em ê di rêya wî de bimeşin.”

YNKê, Partiya Îslamiya Kurdistanê, KJAR û nûnerên din ên siyasî jî di merasîmê de peyamên xwe dan. Piştî axaftinan cenazeyê Hecî Ehmedî ji bo definkirinê rêkirin.