27 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo girtiyên nexweş çalakî pêk anîn

Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de hate xwestin ku girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş û Hatîce Yildiz bên berdan.

Înîsiyatîfa Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş di hefteya 577an a çalakiya xwe de li Cadeya Sakarya hatin ba hev. Endamên rêxistinên girseya demokratîk û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) tev li çalakiyê bûn. Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Enqereyê Omer Faruk Yazmaci daxuyanî da û bal kişand ser rewşa Seyad Erîşmîş ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Erzîncanê. Hate xwestin ku Erîşmîş were berdan.

Stenbol

Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê cara 705an a çalakiya “Rûniştina F”, li ber avahiya şaxê ya li Beyogluyê lidar xist. Di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Hatîca Yildiz a Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e, nayê astengkirin” hate vekirin û bê navber dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin.