23 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo girtiyên nexweş bên berdan çalakî hatin lidarxistin

Ji bo bal bê kişandina ser rewşa girtiyên nexweş li Enqere, Stenbol û Îzmîrê çalakî hatin kirin. Hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan.

Înîsyatîfa Azadî Ji Girtiyên Nexweş Re, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di çalakiya xwe ya 585emîn de, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Fevzî Adanir ê di Girtîgeha Tîpa T a Afyonê de. Daxuyanî li Kolana Sakaryayê hat dayîn. Rêxistinên demokratik û partiyên siyasî piştgirî dan daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan” û “Tecrîd îşkence ye, ji tecrîdê re na” hatin berzkirin.

Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci daxuyaniyê xwedn. Yazmaci bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Fevzî Adanir ê nêzî sal in girtiye. Yazmaci destnîşan kir ku Adanir ji ber nexweşiyên xwe yên giran nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne. Yazmaci xwest Adanir demildest serbest bê berdan.

STENBOL: Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD a Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş 713emîn “Rûniştina F”yê li dar xist. Daxuyanî li ber avahiya ÎHDê ya li Beyoglûyê hat lidarxistin. Vê hefteyê li ser rewşa girtiyên jin ên nexweş hat sekinandin. Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyên jin ên nexweş serbest bên berdan” hat vekirin. Her wiha wêneyên jinên girtî jî hat hilgirtin.

Metna çapemeniyê ji liyê Meral Nergîs Şahînê ve hat xwendin.

Meral Nergîs Şahînê bi awayekî temsîlî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Hatîce Yildiz, Hatîce Onaran, Fatma Tokmak, Tenzîle Acar û Şîvekar Ataş.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bila girtiyên jin ên nexweş serbest bên berdan” û “Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e” hatin berzkirin.

ÎZMÎR: Şaxa ÎHD a Îzmîrê jî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya xwe ya du hefteyan carekê li dar xist. Çalakî li ber Sumerbanka Kevn a li Konakê hat lidarxistin. Di daxuyaniya li vir de pankarta “Jin aştiyê dixwazin” û “Girtiyên nexweş dimirin. Bêdeng nemine, nebe şirîkê sûc” hatin vekirin. MEtna daxuyaniyê ji aliyê rêveberên ÎHDê Vetha Aydin û Gülay Bîlîciyê ve hatin xwendin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi tundiya li ser jinan hat kirin û bi boneya 25ê Mijdarê li ser rewşa girtiyên jin ên nexweş û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat sekinandin.

Di çalakiyê de îşaret bi rewşa girtiyên nexweş ên bi navê Sebahat Çetinkaya, Hatice Onaran, Aygul Kapçak, Ayşe Kayra, Bahar Erturk, Bahar Talşik, Bahar Alkan Yildiz, Demet Şahin, Ebru Arzu Erdal, Emine Turan, Esmer Ayaz, Fatma Reşat Sido, Figen Şahin, Guzin Tolga, Hasret Suzgun Kolkiran, Hayriye Yagbasan, Mahsume Şedal, Makbule Sunger, Mehtap Kıyar, Mehtap Şenturk, Mesil Demiralp, Nesibe Nur Akbaş, Nuran Durak, Sayme Bayar, Şukran Ozer, Yeliz Kurtok, Zeynep Gonca Karakoç û Zuhal Surucu hat kirin.