Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, ji bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bê girtin cardin îdianame amade kir. Îdianame ji Dadgeha Qanûna Bingehîn re hat şandin.
Îdianameya hatiye amadekirin 850 rûpel e. Di îdianameyê de tê xwestin ku ji 500 endamên partiyê re siyaset bê qedexekirin. Her wiha di îdianameyê de destdanîna ser hesabê partiyê yên di bankayê jî hat xwestin.