Li navçeya Silopya ya Şirnexê ji bo endamê PKKê Mehmet Urek (Cûma Goyî) ku di 12ê çileya 2025an li Qadên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest dabû şîn hat danîn. Di nav de Parlementerê Şirnexê yê DEM Partiyê Zekî Îrmez, hevserok û rêveberên DEM Partiye, nûner û rêveberên DBPê yên Şirnex û navçeyên wê, endamên Dayîkên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê, MEBYA-DER, TUHAD-FED, hilbijartiyên şaredariyên Silopya, Cizîr, Hezex û Gundikê Melê, her wiha gelek welatî tevlî şîna Urek bûn.
Hevserokê MEBYA-DERê yê Şirnex Serhat Kuçuk di serdana şînê de ani ziman ku cangoriyê azadiyê Mehmet Urek ne yê yekemîn e lê hevî dikin ê dawiyê be. Serhat Kuçuk ji gelê Kurd û malbata Urek re sersaxî xwest.
Piştî Kuçuk, Parlementerê DEM partiye yê Şirnex Zekî Îrmez sersaxî ji malbatê û hemû gelê Kurd re xwest û wiha axivî; “Cangoriyên azadiyê ji bo gelê me bi zimanê xwe, bi çanda xwe azad bijî ev bedel dan. Ji bo gelê Kurd azad bijî berê xwe dan vê rêya pîroz. Ji bo ku xeyal û armancên wan pêk em ê her tim têkoşîna xwe bidin.”
Malbatê jî anî ziman ku Cuma Goyî tenê ne şehîdê wan, ew şehîdê hemû Kurdistanê ye. Piştî axaftinan serdana şînê bi duayan xelas bû.