Gerîlaya PKKê Netîce Kozat (Nesrîn) di sala 1996an de li navçeya Dara Hênê ya Çewlîgê û gerîlayê PKKê Cegerxwîn Mizrak (Şoreş) jî di sala 1998an de li navçeya Pîranê ya Amedê şehîd bûn. Şehadeta her du gerîlayan nû hate ragihandin. Malbatên wan ji bo şahîdên xwe li Mala Şînê ya Şemrexê ya li navçeya Rezana Amedê bernameya bîranînê pêk anî.
Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) serdana bîranînê hate kirin. Rêveberên MEBYA-DERê, rêveberên DEM Partî, DBPê, rêveberên rêxistinên sivîl, Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJAyê û gelek kes çûn serdana bîranîna herdu gerîlayan. Di bîranînê de dua hatin xwendin û rêz ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê hate girtin.
Hevseroka MEBYA-DERê Gurbet Sevîktek axivî û got: “Îro li dunyayê armanc û dawxaza kurdan çi ye? Divê em viya bizanibin. Em bi saya van şehîdan gihîştin vê qonaxê û em hînî vê têkoşînê bûn. Em bi têkoşana wan hatin vê astê. Ji heft salî heta heftê salî çi ji destê me bê em ê bikin. Heta ku ji destê me bê em ê xewn û xeyalê şehîdên xwe bînin cih. Em dîsa dibêjin serê malbat û gelê me û serokatiya me sax be.”
